Share |

Peykerê Dayê Gulê hat vekirin

 

 

Jina kurd a berxwedêr Gula Mixko Nemir ku wekî Dayê Gulê tê nasîn li bajaroka Sinûnê ya Şengalê hatiye dinê. Dema çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê gelawêja 2014'an de êrîşê Şengalê dikin dixwazin wê li çerxerêya Sinûnê bigirin lê Dayê Gulê ji bo nekeve destê çeteyan ber xwe dide.

Tenê demançeyeke di dest wê de heye. Bi wê li hemberî wan ber xwe dide, lê piştî ku guleyên wê diqedin tê kuştin. Bi vê berxwedana xwe wê li Şengalê deng vedaye. Niha di salvegera komkujiya Şengalê de, roja 3'yê gelawêja 2021'ê peykera wê hat vekirin. Peykar li cihê ku ew hatiye kuştin hat danîn û bi merasimek hat vekirin.

 

Diyarname