Di roja şanoyê de lîstika kurdî
STENBOL: Di 27ê adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê de
STENBOL: Di 27ê adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê de, lîstika Gogol a bi navê ”Rojnivîska Dînekî” ku ji aliyê Aydin Orak ve li kurdî hatiye wergerandin û tê lîstin jî wê bê pêşkêşkirin. Lîstika ku ji aliyê derhêner Cihan Şan ve tê birêvebirin, li gel Festîvala Şanoyê ya Enqereyê ya Navneteweyî li Stenbol, Amed, Mêrdîn, Riha, Êlih, Mersîn û Hewlêrê hatibû pêşkêşkirin û di 12 nîsanê de wê li paytexta Swêdê Stockholmê jî bê pêşkêşkirin. Lîstik jiyana karmendekî ku xwe di nava çerqên çînî de winda dike û bi awayekî psîkolojîk jiyana wî tevlihev dibe dike mijar. ”Rojnivîska Dînekî” wê di 27ê adarê de li Stenbolê, li Navenda Hunerê ya Ayişigi ya Taksimê saet di 19.00’de bê pêşkêşkirin. Lîstik ji ber ku roja şanoyê ye bê pere û bê bilêt e.
Rate this article




del.icio.us
Digg
Post your comment