Share |

Çapa duyem ya “ Mirîyê Heram” a Bavê Nazê ji Weşanên Lîsê Derket

Bavê Nazê, ji wan deverên ku êş lê parsekîyê dike, bi romana xwe ya bi navê "Miriyê Heram" silavekê dide xwîneran.
Trajedîya ku bi serê Kurdan hatiye em ê bibînin ku di romanê de dîsa bi vegotina xwe ya herikbar û bi hostetîya xwe ya bi salan wê me li her rûpelên xwe bike mêvan. Rengê neheqîyên ku bi bayê felekê re bûne şirîk wê bi me bide nasîn û em ê di nava tevlihevbûnekê de rêwîtîya berhema nivîskarê hêja Bavê Nazê bikin.
Em ê di romanê de bibînin ku bê çawa di avahîya dewleta dagirker de çalakîyeke xwezayî ji hêla lehengê romanê ve tê lidarxistin û bi encama şewitandina nasnameyan de wê êdî tu tişt ne wekî berê be û jîyana wan ê bê guhertin. Celadet tevî ewqas zor û zehmetîyên ku di zindanê de bi wan re dijîya, ji bîr û bawerîya xwe bi tu awayî tawîz nedida. 
Parastina zimanekî bindest û di neheqîya civakeke "heram" û paşverû de asêmayîna dilsozan em ê di zamanê pênûsa nivîskarê hosta de bibînin, carinan em ê ji warê gîyanên xwe çandinîya êşan bikin û carinan jî bi serbilindî û bi şanazî bigihînin wê qonaxa herî xweş û bilind di nava rûpelên nivîskarê qedirbilind de.

Mirîyê Heram,

Bavê Nazê, roman,

73 rûpel, Weşanên Lîs 2016 ,

Amed
ISBN: 978-605-9014-94-6