Share |

Gotar in "Huner"

  Şêwekarê ji Rojavayê Kurdistanê Mihemed Şerîf roja 18- hizêran  di bin cavdêriya dezgeha Sema û li hola Sema li Capitopl Hotel li Hewlêrê pêşangehek bi navê  “Sirûşta Kurdistanê” vekir. Şêwekar Mihemed Şerîf ku li Hewlêrê dijî di pêşangeha xwe de 42 tablo nîşan dane, dê pereyên firotina tabloyên xwe bide nexweşên penceşêrê.  

Wênegirî hunera kişandina ronahiyê bi kamerayê ye, çendî teknîk û kalîteya kamerayê baş be jî, tiştê ku çav digire, ciwantir û bedewtir e. Asta derbirîn, bedewî û dahênana wênegir, wergir ber bi xwe ve dikişîne ye.

  Nasnameya hunermend ya hunerî, beşek ji nasnameya çandî ya civaka ku ew beşek jê ye. Hunermendê bi bandor nîşanê girêdanê ye di navbera wan de, ji ber vê yekê, nasameya çandî bandora xwe li warên cihêreng ên jiyanê heye.

  Hunermenda Kurd Pervîn CHAKAR li Mêrdînê ( Dêrîka Çîyayê Mazî ) hatiye dinyayê. Di sala 2003'yan Beşa Muzîkê ya Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê kuta kiriye.

Mihmed Şêxo ji terbûna hestiyên xwe ve, bi jan û derdên malbata xwe re, bi rewşa milet û welat ê xwe hayedar bi bû. Ji vebûna gûzika derbûna talintiya xwe ve,

 Gotara lêkolîner Zeyneb Yaş  ya li ser dengbêjên jin û xebatên li ser berhevkariya dengbêjiyê ya bi kurdî li Konferansa Pedagojiya Feminîst pêşkêş kiriye. Muzeya Jinan a Stenbolê ev konferans di navbera 18 û 20ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2018ê de çêkiriye. Ev jî deqê gotara wê ye.

Hunermend, muzîkjen, stranbêj û derhêner Nizamettin Ariçê piştî albûma ku bi helbestên Fêrîkî Ûsiv hatibû amadekirin vê carê albûmekê amade dike ku ji helbestên Cegerxwînî pêk tê derdixe. Ariç diyar dike ku ev diyariyeke wî ye ji bo Cegerxwînî û dibêje ku "Fêrîkê Ûsiv û Cegerxwîn jî du nirxên kurdan in û em bi wan serbilind in."

Meryem Xan jina leheng û hêzdar e, ya ku li hember rewişt û yasayên civakê yên şaş û çewt rawestiyaye, û hebûna xwe wekî jineke jîr û zana eşkere kiriye. Ew li gundê Dêregola Botan ê Bakurê Kurdistanê di sala 1904′ê de ji dayîk bûye.

Hunermendê kurd Cemîl Horo yek ji sembolên hunera Efrînê ye, bi berhmenên xwe yê dengbêjiyê hunera kurdî dewlemend kir, li gel hejmareke ji hunermedên kurd beşdarî şahî û festîvalan bû. Ji ber nêrîna xwe ya siyasî hat girtin.

Stranbêja kurd a navdar Eyşe Şan li bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bi semînarekê hate bibîranîn. Nivîskar û rewşenbîrên Dêrikê dibêjin ku divê nifşên nû jî hunermendên weke Eyşe Şan nas bikin ji bo ku ew jî kultûr û çanda xwe biparêzin.

      Pîşeya destkarî ya çînî ku bi taybetî nexş û motifên kurdî têne xemilandin ji Amedê belavê gelek deverên cîhanê dibe. Yekbûn Yaş yek ji jinên ku li Amedê vê pîşeya çîniyê pêk tîn e. Çîniyên ku Yekbûn Yaş çê dike ji Vatikanê re û gelek serokdewleta re têne şandin.

Hunermend Ebo Elanê ew yekemîn hunermendê herêma Botanê ye,yê ku stirana devikî li amûretê siwar kirî.Yek ji aferînerên hinerê stiranê ye.Zelabînek di şêwe yê xwendina wî de heye.Bi harmoniyê dengê xwe hişt guhdarvan in stirana devikî,

Gelo di nava kîjan celebên hunermendan de, hunermend ê mezin M.Şêxo tê bi cî kirin? Gelo cihê vî talentî ,û ev keda torankirî ya ku dayî? xwestek û mijarên li ser stirandî ( Şoreş, azadî, raperîn, zindan,sînor,,,), erzan dayîna can û giyan ji bûna wanan. Ew guhertinên civakî û netewî yê di xwestin û di ber de bizav di kir.