Share |

Festîvala Efrînê ya Şêwekariyê li Almaniya

Festîvala Efrînê ya Şêwekariyê di 01.08.2023'yan de dest pê kir û di 04.11.2023'yan de jî Ahenga bi dawîbûna Festîval ê hat lidarxistin. Di wê demê de tablo bi rêya onlaynê hatin wergirtin û bi dehan şêwekaran re bi armanca organîzekirina festîvaleke hêjayî şêwekariyê û hêjayî navê Efrînê, têkilî û hevdîtin hatin kirin.

Ji saet 2'yan de dest bi pêşwazîkirina mêvanan hat kirin ku zêdetirî 1000 kes ji çar parçeyên Kurdistanê û dewletên cûrbecûr beşdar bûn.

Ahenga bi dawîbûna Festîval ê di saet 3'yan de dest pê kir, di serî de bixêrhatina mêvanan hat kirin û li ser şêwekariyê bi giştî û şêwekariya di nav civaka Kurdî de bi taybetî û makanîzma hilbijartina tabloyan bi endamên Komîteyên Hilbijartinê re axaftin û nîqaş hatin kirin û 4 şêwekarên ku tabloyên wan hatin hilbijartin, hatin xelatkirin.

Her wiha li gor biryara Komîteya Amadekar ku ev gav dê salane di şahiya dawî de pêk bê, 3 kesayet hatin xelatkirin. Ku ji van kesayetan 2 şêwekar û yek jî kesayeteke xwedî rol û xizmeta huner û wêjeya Kurdî bi giştî be.

Piştre stranên folklorî û govendên folklorî yên Efrînî ji aliyê komên govendê ve hatin pêşkêşkirin.

Bûyera girîngtir ew e ku pêşangeha şêwekariyê di çarçoveya şahiyê de hat lidarxistin û tê dd zêdetirî 60 şêwekar ji dewletên cûrbecûr beşdar bûn.

Di encama pirbûna hejmara mêvanan û tijîbûna holê hin kêmasiyên organîzekirinê derketin ku pêşangehê mafê xwe nestand. Tevî ku me bi hemû awayan hewl da pêdiviyan peyda bikin, pêşangeh li dar ket û beşdar kêfxweşiya xwe bi karên şêwekariyê nîşan dan. Navên beşdaran dê bên belavkirin û pêşangeheke şêwekariyê di çarçoveya çalakiya festîvalê de di zûtirîn dem de bê lidarxistin.

Komîteya amadekar a festîvalê, ji ber xemsariya û pêknehatina pêşangehê, daxwaziya lêborîna xwe ji hemû beşdarên pêşangehê dike , Pêşangeh wek ku hatibû plankirin di mafê xwe yê xwezayî de ye.

 Di dema pêş de, em ê di çarçoveya çalakiyên festîvalê de di rûniştina xwe ya duyemîn de pêşangehek hunera şêwekarî li dar bixin.

 Ew  tenê Wê pêşangehek şêwekarî be, û em ê kêfxweş bibin ku hemî şêwekar beşdar bibin, û bê guman em ê bi wan re têkilî û hevahengiyê bikin.

Komîteya Amadekar a festîvalê spasiya şêwekar, kesayetên ewropî, çalakiyên civaka sivîl, şandeyên partiyan, ragihandin, hunermend, komên muzîkê û folklorî û hemû beşdaran spas dike û ji ber pirsgirêk û kêmasiyan ên derveyî îradeya amadekaran lêborîne dixwaze û deriyê wê ji bo rexne û şîretan vekirî ye.

Heta festîvala duymîn bimînin xweş.

Komîteya Amadekar a Festîvala Efrînê ya Şêwekariyê