Share |

nûçe

  Li Amedê 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê, bi lîstika kurdî ya Şanoya Bajêr a Şaredariya Mezin a Amedê (DBŞT) “Xewna Şeveke Havînê” hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de bal kişandin ser girêdana xurt a şanoyê ya bi bîr, çand û hunerê re. Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Serra Bucak ku lîstik temaşe kir, tekezî li ser têkiliya şanoyê ya bi bîr û berxwedanê re kir.

  Jimara yekê a Kovara "Soryaz" ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî li Sûriyê tê weşandin, derket.

Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî li Swêdê koça dawî kir. Ehmedê Huseynî gelek berhem nivîsandin û yek ji hosteyên helbesta Kurdî ya modern e. Helbestvan Ehmedê Huseynî koça dawî kir Helbestvanê navdar ê Kurd Ehmed Huseynî demeke dirêj bû ji ber nexweşiya penceşêrê li Swêdê dihat dermankirin. Helbestvan Ehmed Huseynî duh koça dawî kir.  

  Navenda Heft Rengê pêşangeheka şêwekarî ji bo 25 hunermendên bajarên Mihabad û Bokanê vekir, ku 100 tabloyên bi qebareyên cuda cdua tê de hebûn, li hola galeriyê ya bajarê Silêmaniyê vekir û dê hefteyekê berdewam be.  

Nivîskar û rewşenbîrê Mehmed Emîn Bozarslan ku ji Licêya Amedê bû û ev 45 sal bûn li Uppsalaya Swêdê dijiya, roja duşembê 9-2-2026 an koça xwe ya dawî kir. Li ser navê malbatê Aycan Şermin Bozarslan agahiya mirina Bozarslan ragihand.

Rojnameya Azadiya Welat a ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin, piştî 10 salan mafê navê xwe bi dest xist û careke din dest bi weşanê kir.   Rojnameya Azadiya Welat 29ê Çiriya Pêşîn a 2016an bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de hatibû girtin.   Rojnameyê piştî demekê mafên xwe yên navî wergirtin û biryar da ku ji nû ve dest bi weşanê bike.  

  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi armanca avakirina termînolojiyeke hevpar ji bo têgehên birêveberî û pîşeyî yên Kurdî ku di birêveberiyên xwecihî de têne bikaranîn, bi beşdariya gelek mamosta û zimannasan kargehek li dar xist.  

  Eyşe Şan a ku wekî “Şahbanûya Bêtac” a muzîka Kurdî tê naskirin, di 29emîn salvegera koça xwe ya dawî de, bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê bi merasîmekê hat bibîranîn.  

  Federasyona Futbolê ya Cîhanê (FIFA) xelata Alîgirên Herî Baş a sala 2025an da tîma Zaxoyê.   Alîgirên tîma Zaxoyê bi dehan hezar pêlîstok avêtibûn nav stadyumê û pişt re diyarî zarokên nexweş kiribûn.  

12emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê roja Sêşemê 9-12-2025 êvarê dest pê kir, ku 110 fîlm tê de beşdar bûn û temaşevanek mezin ji derhêner, hunermend û hezkiriyên fîlman ji seranserê Herêma Kurdistanê û derveyî wê kişand.  

3emîn Festîvala Fîlman a Amedê 3emîn Festîvala Fîlman a Amedê ya Navneteweyî ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi kordînasyona Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê û bi dirûşma "Dinya bi çîrokan tê ba hev" tê lidarxistin, di roja yekşembê 7-12-2025 dest pê kir  

Piştî 65 salên di ser Komkujiya Sînemaya Amûdê re derbas bûn, li heman warî li dilê Rojava li Qamişloyê Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5'emîn destpê dike.

 Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Şehîd Harekol a 9mîn, ku şeş rojan li Hola Parka Azadî li Qamîşlo hate lidarxistin,

Li bajarê Essen ê Almanyayê, 32yemîn Festîvala Helbesta Kurdî bi beşdariyeke berbiçav a helbestvan û rewşenbîran hat lidarxistin. Festîvala îsal, ku ji bo bîranîna helbestvana koçkirî Mezgin Hesko hatibû organîzekirin, bû platformeke girîng ku tê de dengê welat û xerîbiyê bi hev re olan da.  

Li Amedê bi sedan nivîskar weşanger û xwîner li hev kom bûn, peyama “Divê qedexekirina pirtûkan bi dawî be û zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê” dan. Bi hevkarîya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê , DTSO û TUYAP Fûarcilik û YEW-KURDê (Yekîtiya Weşanxaneyên Kurdî) 9emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê li Navenda Fuara Mezopotamyayê dest pê kir.

Bajarê Duhokê sêyemîn Festîvala Çandî ya Xanî, ku ji hêla Navenda Çand û Medyayê ya Xanî ve hate organîzekirin, di nav amadebûneke berbiçav a rojnamevan, akademîsyen, nivîskar û pisporên medyayê de, mazûvaniya çapa sêyemîn a Festîvala Çandî ya Xanî kir.  

Di roja dawî ya Konferansa lêkolînên Kurdî li Silêmaniyê de, navenda Hunerê ya Hunergeha Welat bi çend performansên ku helbesta Kurdî, muzîka resen û dîlanên kurdî hemdem bi pîvanek gerdûnî tevlihev kirin, temaşevanan matmayî kir.

    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, beşdarî vekirina pêşangeha “Bîra Kevir û Reng” a ku li Mala Cemîl Paşa di 18-eylûl 2025 hat vekirin û pêşangeha “Wefaya li Gabriel” a ku ji aliyê DÎTAV'ê ve hatibû lidarxistin, bû.  

  7'emîn Festîvala Govendê ya Şehîd Ronahî Bawer bi diruşma "Her Govendek Çîrokek e û Her Çîrokek Dîrokek e" êvara 15'ê Eylûlê li Parka Azadî ya li Qamişloyê dest pê kir. 

Çaremîn gera Sempozyûma Hunerên şêwekarî li bajarê Krefeldê yê Almanya bi beşdariya 26 hunermendan, ku piraniya wan Kurd bûn, li kêleka hunermendên Ereb û Ewropî hate lidarxistin. Pêşangeh ji aliyê saziyên Almanî ve hate piştgirîkirin û ji aliyê Wezareta Çandê ya Almanya ve hate sponsorkirin.

Rêveberiya malperê  di salvegera 20mîn a damezrandina malpera Welatê Me de, Hecî Arif Ramadan, rêveberê dezgeha Sama ya Çand û Hunerê, ji bo hewildanên wî yên berbiçav di xizmetkirina çanda Kurdî û pêşvebirina wê de xelat kir.  

Hunermend Gulan Mizgîn bi şêwaz û xwendineke nû strana “Yarê” ya Cemîl Muradê Efrînî ji nû ve aranje kir û li ser kanala xwe ya YouTube’yê belav kir.

Sirûdeke nû ya bi navê "Yekbûn" bi beşdariya hinek hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê hat belavkirin. Berhem ji aliyê hunermend Dilovan ve hatiye amadekirin ku ew bi xwe jî wekî stranbêj beşdar bûye û gotinên sirûdê peyameke zelal ji bo yekrêziya Kurdan dihewîne. Gotinên sirûdê ji aliyê helbestvan Reşo Ayşan ve hatine nivîsandin.