Share |

nûçe

wê 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê di meha Adarê de were  li darxistin    Dezgeha Meda bo Ragihandin û Rewşenbîrî û Hunerî ragihand, 15emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê, bi çavdêriya Serok Barzanî û alîkariya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan dê were sazkirin.  

  Kovara fermî ya PENa Swêdî ( PEN/OPP) di hejmara xwe ya 16 şubatê 2023 de dosyak taybet li ser Lîtertûra Kurdî weşand. Kovar bi sê zimanan weşana xwe dike Ingilîzî, Swêdî û zimanê orîgînal yên ku tekst pê hatine nivîsîn û li zêdetirî 150 welatan tê xwendin. Dosya taybet ku li ser Lîteratûra Kurdî ye, wê wek xelekan çend hefteyan li dûhev bê weşandin.

Bi boneya salvegera 14'emîn a koça dawî ya helbestvanê Kurd Yûsif Berazî (Bêbuhar), Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê şevbuhêrkeke helbestan li parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi beşdariya bi dehan rewşenbîr û şêniyên bajêr li dar xist.

Pall Weşanê bi sê pirtûkan, dest bi weşana xwe kiriye. Pall Weşan, weşanxaneyeke ku navenda wê li Amedê ye û di payîza 2022yan de dest bi kar û barên xwe kiriye. Weşanxaneyê weke destpêk, pirtûka "Şeva Dizên Solstîsê" ya Bîlal Nergizli, "Lerza" Qasim Pîro û "Siya yê Din" ya Hesen Ildizî çap kiriye. Pirtûkên Nergizlî û Ildizî çîrok in, a Pîroyî jî roman e.

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" ya sala 2022yan dîyarî nivîskarê navdar Firat Cewerî kir. Birêz Cewerî, ku ev çil sal in di warê kurdî de dixebite, roja şemîyê, 5ê Mijdara 2022yan, ji bo wergirtina xelatê ji hêla Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve hat vexwendin.

Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî semînerek li ser jiyana Dr. Nûredîn Zaza û xebata wî da.  Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî semînerek li ser jiyan û keda Dr. Nûredîn Zaza da. Semîner bi tevlêbûna nûnerên partiyên sivîl, partiyên siyasî û mamoste li navenda malbendê ya li taxa Şêxmeqsûdê hate dayîn.  

    Komîteya Xelata dahênanî ya seydayê Cegerxwîn biryar da, ku xelata xwe di warê helbestê û xizmeta wêje û çanda kurdî de bide torevanê kurd Bedirxan Sindî,

   Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanêʹ xelata afrîneriyê ya Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê da hunermenda opera Mizgîn Tahir û lêkolînerê ziman ê Kurd Berzo Mehmûd.

Berpirsê Beşa Hunerî ya Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê Saman Mistefa ragihand, sal li pey sal asta festîvalê bilindtir dibe û pêngavên baştir hatine avêtin, da ku îsal festîval di asteke baştir de be.     Roja pêncşembê 1-12-2022an karên 9emîn a Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dest pê dike.  

Ji alîye Weqfa Mezopotamyayê li Dîyarbekirê danasîna pirtûkên dersê û xebatê “kurdîzan” yên Kurdî (kurmancî) hate kirin. Weqfa Mezopotamyayê li Dîyarbekirê pirtûkên dersê û xebatê yên Kurdî bi navê “Kurdîzan” ku ji alîyên pisporên zimanê Kurdî ve hatine amadekirin da danasîn.

Bi diruşma "Em li vir in, ta dilopa dawîn a ximavê…û ta dilopa dawîn a xwînê" 8ʹemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê di 11.11.2022 li Qamişloyê dest pê kir. Bi beşdariya 134 wêjevan, helbestvan, nivîskar û şêwekaran 8.Mîhrîcana Çand û Hunerê li navenda Hevgirtina Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya li Qamişloyê dest pê kir.

    8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi coş û kelecanek mezin bi lîstikên hatin lîstin ve bi dawî bû. Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Ozcan Ateş, diyar kir ku ew ji bo Jîna Emînî, girtiyên nexweş, tecrîd û çapemeniya azad li ser dikê ne.    

Hezkirî û xwînerên nivîskar û helbestvan Arjen Arîdi 10emîn salvegera mirina wî de ew bi merasîmekê bibîr anîn.    

Ji bo 38’êmîn salvegera bîranîna helbestvan û wêjekarê kurd Cegerxwîn li Amedê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de kesên ku ked didin zimanê kurdî hat xelatkirin.

Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ya 4’an ku bi hevkarîya Weşanên Lîs, Wêjegeh Amed û Navenda Hunerê ya Amedê tê lidarxistin, di navbera rojên 21-30’yên cotmehê de û li Wêjegeh Amedê destpêkirye.

  Li bajarê New York, 6'emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê roja înê 14-10-2022an dedestpê kir.   Ev festîval ji aliyê Navneda Çanda Kurdî ya New Yorkê tê rêvebirin, ku li salona sînema ya Angelika cîh digire.   Festîvala Filmên Kurdî di navbera 14 - 16 Cotmehê de bo 3 rojan berdewam dike.  

    Hejmara 101 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Hevpeyvîn, Wergerandin, Çîrok, Folklor û Helbestan jî bixwînin. Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 30 nivîskar û helbestvanî hatiye weşandin.

      Li Amedê bi navê "Rojên wêjeya berawirdî yên Amedê 4" rojên wêjeyê li dar dikevin. Di çalakiya ku di navbera 21 û 30'e vê mehê de dê li dar bikeve de gelek mijarên cuda hene.  

Hunermend û mûzîkjenê Kurd ê navdar Dilşad Seîd xelata her du henermendên Efrînî “Cemîl Horo û Bavê Selah”a ji bo Afirandina Hunera Kurdî li bajarê Bonnê wergirt.

Hunermendê Kurd ê bi navûdeng Ednan Kerîm bi hevkariya Orkestraya Nîştimanî ya Çekyayê albumek nû derxist.   Albuma Hunermend Ednan Kerîm a bi navê “Şar” di 1’ê cotmehê de li ser Youtubeyê hate belavkirin. Di albuma Kerîm de 8 stran cih digirin tê de 5 helbestên Nalî û 3 helbestên Salim weke stran amade kirine.

  Li garleriya Fêrgeha Framing a li Hewlêrê, 25 tabloyên nîgarkêşa Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê Bêrîvan Hemoş hatin pêşandan, ku di qebareyên cuda cuda de bûn û derbarê êş û azarên xelkê Efrînê de bûn.

  Di salvegera pêncemîn a referanduma serxwebûna Kurdistanê de, roja yekşemê 25ê Îlona 2022an de, Pêncemîn Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê dest bi karên xwe kir Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û beşdarbûna 135 nivîskaran ji her çar perçeyên Kurdistanê û welatên Ewropayê, Pêncemîn Festîvala Rewşenbîrî ya Dihokê dest bi çalakiyên xwe kir.

Sêyemîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Kobanî  li bajarê Boxum ê Almanyayê destpê kir.   Roja 10-9-2022anFestîvala Kobanî ya Navdewletî ya Sînemayê li bajarê Bochum yê Almanya destpê kir û biryar e heta sibê berdewam be.  

Piştî derketina pirtûka yekemîn 20 sal derbas bûne. Tam 20 sal, ji 5’an yekê sedsalê û di van 20 salan de nêzî 20 pirtûkan… Em qala nivîskar Omer Dilsoz dikin. Ew dibêje, “Ez dibêjim qey bi qasî kîso be jî min rêkek, şopek li dû xwe hiştiye, rengek edebiyatê hatiye pêş. Ev ji bo min cihê dilxweşiyê ye. Ev jî dibe sebeb ez dewam bikim.”