Share |

54 hunermend bi 54 tablo di pêşengehkê li Qamişlo

Bi dirûşmeya " bi rengên xwe emê jiyanê bi xemlînin " desteya Çandê li Kantona Cizîrê pêşangeheke şêwekariyê li navenda çand û hunerê a Mihemed Şêxo li Qamişloyê di roja pêncşembê 28-11-2024 li dar xist .

54 hunermend bi 54 tabloyan ji hemû bajarên kantonê beşdarî pêşangehê bûn .

Tabloyên xêzkirî mijarên jiyana civakî yên cur bi cur di nava xwe de girtin

Pêşangeh bi dirêjahiya 3 rojan li dar dikeve û ji demjimêr 10'ê sibehê heta 2'ê êvarê , û ji 4 ta 8'ê êvarê mêvanan pêşwazî dike .