Share |

nûçe in "Sînema"

    Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê, her sal bi mijar û mijarên cuda tê lidarxistin, îsal di navbera 22-26 Mijdarê de tê lidarxistin.   Mijara 14. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê ya îsal wekî “Welatekî Nû” hat diyarkirin, ji ber ku piraniya derhêner û lîstikvanên Kurd li Ewropayê dijîn.  

Ji bo festîvalê li Amedê, li Şanoya Bajêr a Amedê merasîmek hate li dar xistin.   Sînemahez, derhêner û gelek mêvan beşdarî bernameyê bûn.   Festîvala Belgefîlman Fîlma Amed ya di 27ê Îlonê de dest pê kir, ji bilî belgefîlmên ji Tirkiyeyê û Bakur, mêvandariya beşek ji belgefîlmên ji Rojhilat, Başûr û Rovajayê dike.  

Berpirsê Beşa Hunerî ya Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê Saman Mistefa ragihand, sal li pey sal asta festîvalê bilindtir dibe û pêngavên baştir hatine avêtin, da ku îsal festîval di asteke baştir de be.     Roja pêncşembê 1-12-2022an karên 9emîn a Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dest pê dike.  

  Li bajarê New York, 6'emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê roja înê 14-10-2022an dedestpê kir.   Ev festîval ji aliyê Navneda Çanda Kurdî ya New Yorkê tê rêvebirin, ku li salona sînema ya Angelika cîh digire.   Festîvala Filmên Kurdî di navbera 14 - 16 Cotmehê de bo 3 rojan berdewam dike.  

Sêyemîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Kobanî  li bajarê Boxum ê Almanyayê destpê kir.   Roja 10-9-2022anFestîvala Kobanî ya Navdewletî ya Sînemayê li bajarê Bochum yê Almanya destpê kir û biryar e heta sibê berdewam be.  

  Fîlma derhênerê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl a bi navê “Cîran” di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Monsê de xelata herî bilind, “Xelata A Brixton Tale Cineuropa” wergirt. Derhênerê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Şewket Emîn Kurkî jî di festîvalê de hêjayî "Xelata Jûriyê" hat dîtin.  

8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, dest bi karên xwe kir û biryar e 8 rojan berdewam be. Di festîvalê de, 94 fîlmên Kurdî, biyanî tên pêşandan, ji wan 49 fîlmên biyanî ji 30 welatên cuda ne û 45 fîlmên Kurdî ne.  

  Yekemîn Festîvala Navnetewî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê 25 Tîrmehê bi rê û resmeke taybet bi dawî hat. Di heyama 4 rojan de 35 fîlmên Kurdî bi jêrnivîsa Rûsî hatin pêşandan. Hemû derhêner û akterên ku di festîvalê de amade bûn bi bi `xelateke taybet` a festîvalê hatin xelatkirin.

    11’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ya sala 2020an li dar dikeve lê wekî gelek çalakiyên din ji ber egera nexweșiya (covid 19) wê di rêya înternêtê re ( online ) li dar dikeve. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ji sala 2001’ê ve tê li dar xistin.

Şewata Sînemaya Amûdê an jî Agirê Sînemaya Amûdê di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e ku di 13ê Mijdara 1960an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çêbibû. Di şeva 13ê mehê de agir  Sînemaya Amûdê girtibû di encamê de 283 zarok di nav pêtên agir de can dabûn.  

  Di rê û resmeke taybet de 7emîn Filme festîvala Nêvdewletî ya Duhokê dawî bi karên xwe anî û xelat li ser serkeftîyên Filme festîvalê hatine parvekirin. Filme festîvala Duhokê bi dehan ekter, hunermend, sînemakarên kurd û bîyanî pişikdar têda kirbû û li 9ê eylûnê dest bi karên xwe kirbû û bo dema 8 rojan ya berdewambû.

  Festîvala fîlmên Kurd li Parîsê bi belgefîlma Yılmaz Guney destpêkir. Festîval bi alîkariya şaredariya Parîsê û wezareta rewşenbirî ya Fransayê destpêkir.  

Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn aşkere kiriye wê 7em Festîvala FîlmAmedê di 8ê Gulanê da dest pê bike.   Ligor zanyariyên Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn belav kiriye fîlma yekem fîlma I Am The Revolution (Ez Şoreş Im/Ben Devrimim) ya Benedetta Argentieriyê ye bihê nişandan.  

Li bajarê Duhok ê herêma Kurdistanê, 6mîn Filmefestîvala Navneteweyî dest pêkir, ku wê 7 rojan dirêj bike, ji 20 Cotmehê ta 27.   Wê 105 fîlm beşdarî festîvalê bibin, û di dawiya wê de wê xelat li fîlmên serkeftî bên belavkirin.  

Siyemîn festival filîmên navneteweyî Silêmanî bi dabeûkirina xelatan bi dawî hat  di roja sêşemê 16-10-2018`an, li bajarê Silêmaniyê paytexta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê, siyemîn festival filîmên navneteweyî Silêmanî bi dabeşkirina xelatan re karên xwe bi dawî kir.  

Fîlmê “Zagros”ê ku bi hevkariya Kurdistan û Belçîkayê hatibû çêkirin, di “Festîvala Fîlman ya Ostend”ê de xelatên “Fîlmên herî baş” û “Senaryoya herî baş” standin.  

Berî çend rojan navenda çanda Almanî a navdewletî li Beyrûtê, dîploma Doktoraya rûmet û rêzgirtinê dane hunermendê Kurd Seîd Yûsiv.    Di diplomê de wiha nivîsandine: (Wek kesayetiyekî giring, em rêzgirtinê ji karê wî re digirin ku wî karîbû giyanê hezkirin, bexşandin û nirxê mirovahiyê di cîhana huner û çandê de belav bike..)  

Nivîskar û fîlozofê fransî Bernard Henri Levy fîlmê xwe yê bi navê Pêşmerge dê di 28ê Mijdarê de li Neteweyên Yekbûyî hat nîşan bide.  

Fîlmê ku navê wê "Rûmet" e, bi derhêneriya Kamêran Bêtasî li Zaxoyê hate kişandin û 10 deqe ye. Fîlm li ser kalekî 75 salî ye ku heta niha jî li Zaxoyê karê boyaxkirina sol û pêlavan dike. Fîlmê ku navê wê "Rûmet" e, bi derhêneriya Kamêran Bêtasî li Zaxoyê hate kişandin û 10 deqe ye.

  18mîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Arrasê ya ku di navbera 3 û 12ê Mijdarê de li bajarê Arrasê yê Fransayê hate li dar xistin. Di festîvala de fîlmê Sehim Omer Xelife yê bi navê Zagros hêjayê xelata “Baştirîn Derhênerî” a jûriyê û “Baştirîn fîlm” ya temaşevanan wergirt.  

Fêstîval li 9ê Îlona 2017ê destpêdiket û dê yekem nimayîşa MENA filmê Zer bît yê derhênerê Kurd Kazim Öz.

  Şaredariya Parîsê navê derhêner û lîstîkvanê sînemayê ê Kurd Yilmaz Guney li çarxeriyeke Parîsê dike.

      Desteya Şûnwaran û Tûrîzmê ya Kantona Cizîrê derbarê dîroka Wargeha Orkêş ya dîrokî “Girê Mozan” belgefîlmek, amade kiriye.