Share |

Ji nava xweliyên Sînema Amûdê 'Festîvala Fîlman a Rojava' destpê dike

Piştî 65 salên di ser Komkujiya Sînemaya Amûdê re derbas bûn, li heman warî li dilê Rojava li Qamişloyê Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5'emîn destpê dike.

Xweliyên Amûdê hîn jî germ in. Komkujiya Sînemaya Amûdê ku sala 1960'î li bajarekî biçûk ê Rojava bi sedan zarok şewitîn û jiyana xwe ji dest dan, ne tenê trajediyek bû, di heman demê de di dîroka sînemaya Kurd de bû yek ji rûpelên destpêkê yên tarî. Îro ji nava xweliyên wî agirî şewqek ji Rojava hiltê: Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5'emîn di 13'ê Mijdarê de di salvegera Komkujiya Amûdê de li Qamişloyê destpê dike.

 Festîval wê li ber Sînemaya Amûdê bi merasîmeke bîranînê destpê bike. Wê rojê, sînemaya ku ji nava xweliyên 283 zarokî afirî, wê careke din jiyan bê parastin.

Teyrê Sîmir ku weke sembola festîvalê hatiye destnîşankirin, bi wateya jinûve vejîna ji nava xweliyê sînemaya Amûdê ye.

Di çarçoveya festîvalê de wê 81 fîlm 7 rojan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo û Salona Sînema ya Tev-Çand Mezopotamyayê yên li Qamişloyê bêne nîşandan.

 

Di bernameya festîvalê de 21 dokûmanter, 7 fîlmên dirêj ên bii Kurdî, 8 fîlmên ji Sûriyeyê, 8 fîlmên dirêj ên navneteweyî û 37 fîlmên kurt hene. Fîlmên îsal bi giranî li ser mijarên berxwedan, Lêgerîna li azadiyê, koç, têkoşîna civakî ne.

 

Di dwiya festîvalê de wê merasîma xelatdayinê pêk were. Bi navê Sirri Sureyya Onder Xelata Mafê Mirovan û Demokrasî, Xelata Sînemaya Kedê ya Mazdek Ararat, Xelata Wêrekiya Jinê ya Azad a Menîce Haco û Xelata Sînemaya Azad a Halîl Dag wê li festîvalê bêne belavkirin.  

 ANF