Share |

6'emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê Destpê Kir.

Postera 6'emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê, 14 Cotmeh, 2022.
Postera 6'emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê, 14 Cotmeh, 2022.

 

Li bajarê New York, 6'emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê roja înê 14-10-2022an dedestpê kir.

 

Ev festîval ji aliyê Navneda Çanda Kurdî ya New Yorkê tê rêvebirin, ku li salona sînema ya Angelika cîh digire.

 

Festîvala Filmên Kurdî di navbera 14 - 16 Cotmehê de bo 3 rojan berdewam dike.

 

Endamê rêvebirîya vê festîvalê Fexrî Şeker ji Dengê Amerîka (VOA) re got ku 21 film beşdarî festîvalê bûne û destpêk bi filmê Mano Xelîl yê bi navê Cîran bû.

 

Her wiha jî wî got ku îsal Xwarina Kurdî pêşkêş dibe û bernama zarokan jî di nav bernameya festîvalê de ye.