Share |

Festîvala 8an a Belgefîlman a Amed dest pê kir.

Ji bo festîvalê li Amedê, li Şanoya Bajêr a Amedê merasîmek hate li dar xistin.

 

Sînemahez, derhêner û gelek mêvan beşdarî bernameyê bûn.

 

Festîvala Belgefîlman Fîlma Amed ya di 27ê Îlonê de dest pê kir, ji bilî belgefîlmên ji Tirkiyeyê û Bakur, mêvandariya beşek ji belgefîlmên ji Rojhilat, Başûr û Rovajayê dike.

 

Yek ji endamên Komeleya Sînemayê ya Rojhilatê û amadekarên Festîvala Belgefîlman a Amedê Emîn Îsiyî diyar kir ku Belgefîlm bi bîrê re eleqedar e, bîrê dikole û derdixe pêşberî me. 80 belgefîlman serî lê dabû, me tene dikarîbû 30 belgefîlman hilbijêrin.

 

Îsiyî diyar kir ku di her mjaran de fîlman serî li festîvala wan dan: “Pîvanên me sereke, parastina xwezayê, mafên mirovan, mavên jinan, mafên gelan. Dijberî vana em nagirin û ji xwe ji bo FilmAmedê ew serî lê nadin.”

Festîval wê heta 1ê Çiriya Pêşiyê roja Yekşemê dewam bike. Di festîvalê de bi giştî wê 31 belgefîlm bên nişandan.

Bianet (FD)