Share |

Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Kobaniyê dest pê kir

Sêyemîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Kobanî  li bajarê Boxum ê Almanyayê destpê kir.

 

Roja 10-9-2022anFestîvala Kobanî ya Navdewletî ya Sînemayê li bajarê Bochum yê Almanya destpê kir û biryar e heta sibê berdewam be.

 

Berpirsê Ragihandin û Peywendiyan li Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Kobanî Mistefa Zêdan ji Rûdaw re ragihand, Festîval îro û sibe li bajarê Bochum yê Almanya birêve diçe, ev xula sêyem bi navê xula derhênerê Kurd Yelmaz Guney ye.

 

Rêveberiya Festîvalê îsal 300 filmên çîrok, dokumenterî û animation wergirtine, zêdetirî 15 film ji Rojavayê Kurdistanê ne.

 

  (Rûdaw)