Share |

Articles

  Projeya Dengê Jinê ya Mezopotamyayê bi merasîmekê  di roja yekşembê 14 tîrmehê li Qesra Îskenderpaşa ya dîrokî ya Sûra Amedê hat nasandin.  

    Agir    Ji ku hat Kengî çêbû ? kes nizane Hinek dibêjin :  ew berhema  du kevirên evîndar e . Hinek dibêjin : ew  verşiya  volkanekî  çiyayî ye . Ez dibêjim : ew dilopên hêstirên Roka xweşik e Hêstirên kêfê û hêstirên xem û îngirandinê ne .

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê li Europayê bi hevkariya Komla Aso li bajarê Herne yê Almanyayê ahengeke taybet lidar xist ji bo rêzgirtin li çîrokên serkeftî di pêşbirka kurteçîroka kurdî.  

Akademiya Ma Musicê ku li Amedê xebatên xwe yên muzîkê ligel zarokan, mezinan didomîne 6'emîn Rojên Ma Musîcê da dest pê kirin. Şeva 1 hızêranê  bi konserek çalakiyê dest pê kir û heta 12'yê mehê dê bidome.

Hejmara 9an a Kovara Temaşeyê (28-gulan-2024)    li ser malpera xwe hate weşandin. Kovar her demsal ango 3 mehan carekê dihate weşandin lê ji ber kar û barên kovarê û meseleyên aborî êdî dê çar mehan carekê were weşandin. Kovar ji serî heta binî li ser înternetê ye, bi awayekî PDF tê daxistin.  

Hunermend Mehmet Atli li Amedê 30 saliya hunermendiya xwe bi konserek ezamet pîroz kir.   Hunermend Mehmet Atli yê ji sala 1994’an ve bi hunera kurdî re mijûl e, 30 sal li pey xwe hişt. Atli bi wesîleya 30 saliya hunermendiya xwe li Amedê konserek ezamet li dar xist. Konser li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi rê ve çû. Bi sedan welatî û muzîkhez jî ji bo konserê amade bûn.  

Bi navê "Ji tûrikê kal û pîran çend morî û mircan" pirtûkek derket. Pirtûk ji aliyê Mehmet Oncu ve hatiye amadekirin û ji Weşanên NA'yê derketiye. Di pirtûkê de gotinên pêşiyan ên dişibin çîrokan, gotinên kurt ji aliyê Oncu ve hatine berhevkirin û di pirtûkê de hatine bi cih kirin.

Xameya xeman bi ximava xewnên me xemilî! Tîpên kedîgeha sawîrên "Ezîz Xemcivîn" li ber bayê henaseya te bişkivîn! Hesteka xurek e, bi perwazan difire.. Her çendî dilekî gir û kulmezin e, her kêlîk, ji stema dûrbûna te bi gazin e! Parzemîna dilîniya te zêrîn e,

Bi navnîşana “ÇAL” pirtûkeke helbestan a helbestvanê ji ‘Amûdê Kawa Feqe ji nav weşanên ARTA derket. Helbestên Çal di seqayên nostaljîyayê de digerin, her wiha di êşên cengê de û bandora wê li ser rewşa derûnî, civakî û abûrî li deverê.

Festîvala Çand û hunera Kurdî ya li Berlînê ji 16 Gulanê destpê kiriye . bo demê sê rojan hate lidarxistin bi dawî bû, her weha xelata xwe ya 2024`an jî pêşkêşî hunermendê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê Reşîd Sofî kir.  

  Duyemîn Festîvala Şal û Şepik û Cilûbergên Kurdî  roja 15 gulanê li Zaxoyê dest pê kir. Festîval dê du rojan berdewam be û çendîn çalakiyên cuda hatin pêşkêşkirin.   Ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî Duyemîn Festîvala Şal û Şepik û Cilûbergên Kurdî îro li Zaxoyê dibin ku armanca wê parastina çanda Kurdî ye.

Bi boneya Roja Zimanê Kurdî ( 15'ê Gulanê ) Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya ( Şaxê Hesekê) Li  Hola Cegerxwîn li bajarê Hesekê . Roja  Înê 17.05.2024, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Şaxê Hesekê, imzekirina romana ( Zabêl Ez Ermenî me) Ya Nivîskar û helbestvanê kurd Ezîz Xemcivîn lidarxist.

1’emîn Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê ku ji hêla Platforma Ked û Demokrasiyê ve tê organîzekirin, 17 gulanê dest pêkir.

Festîvala Filmên Kurdî ya Amsterdamê wê di rojên 10-11-12/ 5/2024 li Amsterdam paytexta Holandayê bi beşdariya çendîn kurte film û filmên dirêj yên kurdî bê lidarxistin.  

4’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê di navbera 18-22’ê Îlona 2024’an de li paytexta Rûsyayê Mosko  yê wê bê lidarxistin.  

Festîvala îsal wê di bin dirûşma “Bi hebûna xwe, bi xwebûna xwe” de pêk were.

Kovara hunerî, çandî û lêkolînê “Bîrnebûn” piştî Newrozê bi hejmara 89an gihîşt ber destê xwendevanan. Biryara derxistina Bînebûn di sala 1996an de ji alîyê komek Kurdên rewşenbîr yên Anatolîya Navîn ve li Almanyayê hate dayîn. Di Newroza 1997an de, kovarê hejmara xwe ya yekem derxist û heta niha her 4 mehan carekê bê rawestan tê weşandin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) her sal "Xelata Afirandinê" dide kesên di warê çand û hunera kurdî de kedê didin. HRRK'ê serê salê diyar kiribû ku dê Xelata 2023'yan bidin du hunermendên kurd Mehmûd Berazî û Sefqan Orkêş. Ji bo dayîna xelatê êvara 4'ê nîsanê li bajarê Qamişloyê merasim hat lidar xistin û xelata wan hat dayîn.  

  Gelek hunermendên kurd mîras û çanda gelê Kurd bi stranbêjiyê parastin. Yek ji wan jî hunermend Mihemed Selîm Temo (67) yê ji gundê Mamirlî yê navçeya Amûdê ye.   Selîm Temo di nava malbatekê de ku di salên 1980 û 1990`î de şahî û dawet şên dikirin, mezin bû. Wê demê dawet 3 yan 7 rojan li dar diketin.  

    Li bajarê Şilêswîg li bakurê Elmanyayê, Komeleya Kurdî-Elmanî pêşingeheka hunerî ji du şêwekarên jin re vekir. Şêwekar Sirwe Berzenjî ji Başûrê Kurdistanê û şêwekar Renda Silêman ji Rojavayê Kurdistanê, bi kevaline ciwan û qeşeng beşdar bûne. Piraniya kevalan li ser jinê bi giştî û li ser jina Kurd bi taybetî hatine nigarkirin.

  Zeynep Yaş, anî ziman ku yekemîn qeydên bazirganiyê yên li cîhanê di sala 1904'an de hatine tomarkirin, Zeynep Yaş destnîşan kir ku qeydên kurdî yên di sala 1902'an de hatine çêkirin ji bo dîroka muzîka kurdî gelekî girîng û bi qîmet in.

Newroz  We Pîroz be .Cejna netwî ya gelê Kurd Bi Hêviya Azadiyê  û Aştiyê û Yekîtiyê مبارك عليكم عيد نوروز العيد الوطني للشعب الكردي عيد نوروز مبارك  نتمنى ان يكون عيدأ للحرية والسلام والاتحاد   جەژنی نەورۆز موبارەک بيت  جەژنی نەتەوەیی گەلی کورد هیوادارین جەژنی ئازادی و ئاشتی و یەکگرتوویی بێت  

  Dilê Min Ne Dîne Li kolanên evîna te Welat bi welat Li gunehên te dipirse Bajar bi bajar Diçe serdana evîndarên te Gund bi gund Guleyên di sînga te de dijmêre Çiya bi çiya Li şewata zeviyên te digere Şikeft bi şikeft Textê bûkaniya te radixe