Share |

Kurmanciya dîwana „Rajeya Qira Dêwan“ ya helbestkarê Elman Marcel Beyer hat Weșandin

Weșanxaneya tîr-verlag ya elmanî wergera Kurmancî ya dîwana„Rajeya Qira Dêwan“ ya helbestkarê Elman Marcel Beyer, ji wergera nivîskar û wergêr Abdulkadir Musa û begr û rûpelsaziya weșnger Matthias Hofmann, weșandin.

Pirtûk ji 163 rûpelî ye û serancama pirojeya wêjeyî ya wergera ji Elmanî bo kurmancî ye, ku bexșa lêkolinê ya ji wergêran ya desteya çandê ya Berlinê, di sala 2023 û xelata Radial ya karê wergerê, ji hêla Fonda wegera elamnî ve, di sala 2024ê de wergirtiye.

Ev pirtûk ji 71 helbestan ku li 5 beşan hatine dabeșkirin pêk tê û gelek babetan li xwe digire, ku helbestkar bi sazkirina cîhanke helbestî ya cihêwaz ji buyerên rojane bigire ta bi sawêrên tirs, nexweșî, dêw, pîrhevok, bêrikirin û mirinê, taybet bi xwe saz û xwêneran radișîne wê cihana xwe ya bi saw û çêj. 

 

Helbeskar Marcel Beyer di sala 2021 de xelata Peter-Huchel-Preis ji bo vê berhma ku yek ji navdartirîn berhemên wêjya hevçex ya elmanî ye, wergirtiye.

Wêjehezên kurmancî Elmaniya û welatên Elmaniaxêv dikarin di rêya vê linkê re xwe

bigihînin pirtûkê: https://tir-verlag.de/product/rajeya-qira-dewan/

 

Beșek ji helbesta Şahjina penagehê:

I

Bi şevê ez hilkişiyam

penageha vala. Ez ber çavê

hişê xwe paqij dikim

û dihêlim gêrmiya çiravê

ji zemîna betonê bipijiqe,

tiliyan di kevzê de

bergor bike, ji bo dora dîwaran

binixumîne. Ez ava

çirava qehweyî, çirava zelal

sawêr dikim, biçilkîne gêrmiya çiravê,

ku li çêja damarên riwekan,

yên çemberkirî û neriziyayî

 

diçe. Çimkî dîwarên vir

deng dadiqurtînin, û

 

dîwarên vir lîçika xwe ya betonê

vedide, ew lîçika penageha

herheyî ji hev vediqetîne.

Gelemşeyeke ziyanbar û tarî

dora min girtiye, bêrengî

û hêwîbûn, tirş,

bêtevgerî, kêmbûna oksejênê, ez

êdî bi zorê karim xweragirim.

Ez paqij dikim, ez xwe

dixapînîm, ava dawerivî

bêhna min diçikîne, fişarê

li min dike, ez bêhna

ji tîperên dîwar yên guldayî

ji diriyan çêdikim. Û ez

çavên xwe diniquçînim,

ez navxweyiya xwe ava dikim,

zarokekî wêranê yê neşûştî,

ku nîvrazayî zingara

şîşên hesinî dalêse. Dilê min

dibijêyê. Ez xwe nas nakim.

Ez nizanim, ez kî

me, tiliyan di kevza

şînbûyî de bergor bike, gêrmiya çiravê

li ser lêvan. Li cihekî

li vir li jêr, bibêjin li jor,

şahjina penagehê dijî.

 

Marcel Beyer;Nivîskarekî navdarê wêjeya nûjen ya elmanî ye, ku bi taybetî mîna helbestkar, destannivîs, gotarnivîs û weşanger tê nasîn. Ew xwediyê bi dehan berhemên wêjeyî ye.

Marcel Beyer di 23 yê Mijdara 1965 an de li Tailfingen/Württemberg jidayikbûye û li bajarên Kiel û Neuss yên elmaniya mezin bûye. Di navbera salên1987 û 1991an de li Zanîngeha Siegen ziman û wêjeya elmanî, îngilîzî û wêjenasî xwendiye û sala1992an de bi xebata xwe ya di derbarê helbestkara navdar Friederike Mayröcker Master wergirtiye.

Marcel Beyer pir xelatên navdar wergirtine, ji nav wan, xelata Joseph-Breitbach-Preis 2008 û xelata Georg-Büchner-Preis 2016, ku navdartirîn xelata wêjeyî ya cîhana elmanîaxêv e, her wiha xelata Peter-Huchel-Preis ji bo berhema xwe Rajeya qira dêwan, 2021 wergirtiye.

Ew ta sala 1996 li bajarê Köln dijiya û ji wê demê şûnde li bajarê Dresden dijî.

 

Abdulkadir Musa; Nivîskar, wergêr, pisporê koçberiyê û yek ji pêșengên rêbaza afrîneriya anarșî ya wêjeyî ye. Ziman û wêjeya ferensî li zanîngeha Helebê û șêwirmendiya civakî li peymangeha bilind ASH a Berlinê xwendiye.

Xelata kar ya taybet bi wêjeya Neelmanî, ya desteya çand û Europa, 2018 an, xelata- Radial ya fonda wegerê ya elmanî, 2021, xelata lêkolînê û wergerê ya desteya çandê ya Berlin, 2023 û xelata- Radial ya fonda wegerê ya elmanî, 2024 wergirtiye. Ew beșdarî mehrîcan, konferans û kargehên helbest û helbestwergeradinê yên cîhanî bûye. Deqên bijarte yên helbestavanên mîna „Erich Fried, Friederike Mayröcker, Mahmoud Darwish, Tal Nitzán, û hwd.“ ji elmanî û erebî bo kurmancî wergerandine. Nivîs û wergerên wî di antolojî û kovarên helbestê yên cîhanî de, bi kurmancî, elmanî, erebî, ferensî, ingilîzî û ibrî hatine weșandin.