Share |

Articles

  Lehengo Nûrî Dersim! Bijî Çiyayê Dersim Jiyana te ya dijwar Va ez bi zêr dirêsimز Bi saya kesên wek te Buhişt bibe mala te. Xweş silava bigihîn Wan şehîdên rêka te; Seyid Riza û Şêx Seîd, Wan sofiyên wek Egîd Xwîn rijandin bi merdî Bi azadî, bûn mirîd. Bo rêka te î dijwar

Pirtûk behsa rê û rêbazên “Hekîmtiya Kurmancî” ya li derdora Semsûrê dike. Nivîskarî hevdîtin bi wan kesan re kiriye ku bi “Hekîmtiya Kurmancî” re mijûl in an jî nexweş ketine û serî li "bijîşkiya gelêrî" dane.

  ez bi pêpelokên rastî û zanastiyê ber bi kamilbûn û arifbûnê ve hildikişim li ser rêya aqil û mantiqa felsefê bêrawestan dimeşim     tûrikê pêşeroja nediyar bi îlhama eşqa nûraniyê dadigirim rengê wêneya fazîlet û heqîqetê li albûma qîblegeha derûniya xwe

    Wêjegerê Kurd ê navdar Helîm Yûsiv li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê li sala 1967 an ji dayîk bûye. Nivîskar Helîm Yûsiv li Zanîngeha Helebê beşê hiqûqê bi dawî kiriye.

Piştî derketina pirtûka yekemîn 20 sal derbas bûne. Tam 20 sal, ji 5’an yekê sedsalê û di van 20 salan de nêzî 20 pirtûkan… Em qala nivîskar Omer Dilsoz dikin. Ew dibêje, “Ez dibêjim qey bi qasî kîso be jî min rêkek, şopek li dû xwe hiştiye, rengek edebiyatê hatiye pêş. Ev ji bo min cihê dilxweşiyê ye. Ev jî dibe sebeb ez dewam bikim.”  

    Bi helkeftina salvegera 50î li ser koça dawî a Kurdperwer ȗ Helbestvanê navdar Qedrî Can (1911 -1972), YNRKS ȗ Komîta birêvebirina Mihrecana toreyî derbarê jiyan, helwêst ȗ xebatên vî ronakbîrê mezin li darxist: Mêvanên mihrecanê evbûn; Mamoste Mizgîn Qedrî Can Lêkolînvan Dr. Ibrahîm Mahmoud Torevan Edîb Çelkî

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya duhî di roja yekşemî 7ê Tebaxê de, li bajarê Qamişlo "Hola Osman Sebrî" ya "Partiya Yekîtiya Kurdistan -Sûrya", bi rêzdarî simînarek bi boneya yekemîn salvegera koça dawiyê ya Prof. Dr. Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv, bi amadebûna hejmarek ji nivîskar û rojnamevanan û bi beşdariya malbata xwedêjêrazî bi rêya online lidar xist.  

Roja Pêncşemî 04.08.2022ê, bi serperiştiya Navenda Heft Reng û bi hevkarî û sponseriya rojnameya Kurdistan New, Nivîsîngeha Rêxistinên Demokrat, Rêxistina Kerîm Alka, Saziya Serdem çalakiyên Sêyemîn Dîdara Navdewletî ya Karîkatêran li bajarê Silêmaniyê  dest pê kir.  

    Di bin çavdêriya yekîtiya nivîskarên kurd li sûriyê ahenga imzakirina pirtûka (Mistek Ji Cêza Keleporê) ya nivîskar û lêkolînvanê Kurd Abbas Isma’il li bexçê nivîsîngeha Yekîtîyê li bajarê Qamişlo hate li darxistin .

Peymangeha Orkêstra Rojava ya Zarokan beşa enstrûmentên têlî û piyano û koma stranan şahiyek li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo, li dar xist.

Li bajarê Krefeld li Almaniya sempozyûmek hunerî li darket , ku 28 hunermend beşdarî vê çalakiyê bûn. Ev sempozyûm ji aliyê wezareta çand û hunera Almaniyê ve hate birêvebirin bi rêvebertiya hunermendê kurd Welîd Tewfîq. Ev sempozyûm ji 15 Tîrmehê ta 22 wê dirêjkir, û pêşangeha berhmênên hunermendên beşdarîbûyî ji 22 Tîrmehê ta 29 wê dirêj dike.

  Daxuyaniya nivîskî ya Platforma Zimanê Kurdî PZK ê   

Di demên dawî bi rêyên pêşbirkên muzîkê yên ku di televizyonan de tên lidarxistin de stranbêjên ciwan derfeta xwe nasandinê bi dest dixin. Yek ji van bernameyan jî bi navê Serdema Nû (Esrê Cedîd) ya ku di televizyona fermî ya Îranê de tê pêşkeşkirin e.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) şahiya îmzekirina 6 pirtûkan li Xwaringeha Çarçela ya bajarê Dêrikê li dar xist. Bi dehan rewşenbîr, wêjevan û nivîskar di şahiyê de amade bûn.

Navenda PENa Kurd kongreya xwe ya 11emîn di 9ê Tîrmeha 2022an de li bajarê Oldenburgê yê Elmanyayê bi beşdariya zêditirî 70 endaman pêk anîye. Kongre bi dirûşma “Zimanê Me Hebûna Me Ye!” pêk hatiye û derbarê xebatên Navenda PENa Kurd û xebat û têkoşîna rewşenbîriya kurdî de nîqaş û nirxandin hatine kirin.  

 Kurê Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî roja Yekşemê 10 temûzê di 89 saliya xwe de  li Bonn a Almanyayê koça dawî kir. Elî Qazî di sala 1933an li Mehabadê ji dayik bûye, ew di dema ragihandina Komara Kurdistanê de 13 salî bû. Demekê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê bû lê ji ber nexweşiyê dest ji serokatiya partiyê berdabû.

  Bi projeya Belongings ya di navbera mala wêjeyê (Wêjegeh Amedê) û Mala Wêjegeha Samî Tjállegoahte ya li Swêd, di çarçoveya hevnasîna wêje, çand û zimanê gelê Kurd û Samî de,

Komeleya wêneyên fotografî li sûriyê pêşengeheke foto ya ye tekakesî di bin navê  (Rojava jiyanê lê dide)

   Dost û Xwendevanên ezîz! Werin em bi hev re bidin ser şopa Mîr Celadet Bedixan û çîroka berhevkirina wî ji Alfabeya Kurdî Latînî re nas bikin.

Di pêşengîtiya Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizirê ku her çarşem li baxçeyê Xwendinê semîner tên dayîn, roja çarşemê 29-6-2022jî keça seydayê Cegerxwîn Suad Cegerxwîn qala bavê xwe ji rewşenbîran re kir.

Di ser koça dawî ya hunermendê navdarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Hesen Zîrek re ku wek “hunermendê netewî yê Kurdistanê” tê binavkirin, 50 sal derbas bûn. Hesen Zîrek ku yek ji strêkên geş ên çand û hunera Kurdî ye, di sala 1921an de li qezaya Bokanê ya ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ve ji dayik bû.

  Bi boneya yekemîn salvegera damezirandina Zarok MAyê. Li ser Sahneya Servekirî ya ZAROK Mayê  .Koma muzîkê LaWje li Amedê konserek li dar xist. 

Di rêze çalekiyên xwe ye havînî de Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok li roja 23/6/2022 Dr. Arif Hîto simînarek li bexçê yeketîya Nivîskarên kurd - Duhok pêşkêş kir û têde behsa  proseya wergerandinê û wergerandina helbestê, .

  Sadiq Bahaedîn Amedî yek ji wan nivîsera bo yên jîyana xwe terxankirî jibo ziman û edebîyat û komkirina folklora Kurdî, her ji salên hefteyan dest bi çapkirina pirtûken ziman û edebîyata klasîka Kurdî kiriye.