Share |

Articles

    Rewşenbîrê Kurd yê navdar Cegerxwîn di salvegera koça wî ya 37an de li Qamişlo hate bibîranîn. Roja 22-cotmehêli bajarê Qamişlo hejmarek ji nivîskar û helbestvanên Kurd bi bûneya salvegera Koça dawî ya seyîdayê Cegerxwîn Serdana gora wî kirin.

      Pêşangeha bi navê “Jûra Bîrê” ya şêwekarê navdar ê kurd Ahmed Guneştekîn bi mazûvaniya Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariyeke

  Di ferhengê de ji hezaran zêdetir têgihên felsefî, feylesof û felsefeya feylesofan, hatine danasîn û di dawiya nasandina têgihan de têgihên bi zimanê ingilîzî, fransî û tirkî hatine nivîsandin. Ferheng, ji 529 rûpelên A4ê pêk hatiye. Bi hûrbijarî û bi kitekit, bi qasî 1100 têgihên felsefeyî û zanistî, hatine nasandin.

      Berî çend rojan nivîskar û helbestvanê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ji Qamişlo, Bajarê Evînê ji min re hejmarek pirtûkên xwe bidiyarî şandin, ez ji dil spasiya wî dikim û vê diyariyê bi diyariyeke mezin û buha dizanim

      Li Hewlêrê pêşangeheke hunermendê şêwekar Kîvan Barzanî ya taybet bi kesayetiyên navdar ên Kurd hat vekirin. Bi amadebûna Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî û Lawan Dr. Salar Osman, roja 5ê Cotmeha 2021ê pêşangeheke hunermendê şêwekar Kîvan Barzanî ya taybet bi kesayetiyên navdar ên Kurd li hola Mîdaya ya Hewlêrê hat vekirin.

      Nivîskarê Kurd Burhan Sonmez ku ji Kurdên Anatolya Navîn e, bû serokê nû yê PENa Navnetewî. PENa Navnetewî îro demjimêr 16.30, serokê xwe yê nû hilbijart. Berbijêrên bo serokatiya PENa Navnetewî, Gioconda Belli, Ben Okri û nivîskarê Kurd Burhan Sonmez bûn.

    Helbestvan Rênas Jiyan di gotûbêja li ser pirtûka “Kevirên Anarşîst” bi xwînerên xwe re hat cem hev, helbest xwend û ji bo xwîneran pirtûkên xwe îmze kir.     

Di bin çavdêriya  Dezgeha Sema ya Çand û Hunera kurdî. di Roja Înê 10/09/2021-Demjimêr 07:00ê li Hewlêr -Hotêla Kapîtol.  semînarek bi Zimanê Erebî bi sernavê: (ZIMANÊ KURDÎ JI DEWLEMENDIYÊ BO BERHEMANÎNA AXAFTINÊ)

    Veqetandina min Ji ref û mana li şûn Wara Ji şert û mercên Bendewariya te bû Û xwesteka min Ma nixumandî Di bexçikê poşmaniyê   De ka em De ka em barana buhara qederê Ji ewrên stewr Bi dizin De ka em keskesoran Ji sînga asoyên berz û bilind Bi dizin

      Bi bihîstina nûçeya koçkirinaSerokê Federasyona Navnetewî ya Kurdên Sovyet, ûSerokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Prof.Dr Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev ku di roja Yekşemê 8ê Tebaxa 2021 ji egerê nexweşiya Kovîd 19 li bajarê Almata yê Qazaxistanê di 74 saliya xwe de koça dawî kir.

    Jina kurd a berxwedêr Gula Mixko Nemir ku wekî Dayê Gulê tê nasîn li bajaroka Sinûnê ya Şengalê hatiye dinê. Dema çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê gelawêja 2014'an de êrîşê Şengalê dikin dixwazin wê li çerxerêya Sinûnê bigirin lê Dayê Gulê ji bo nekeve destê çeteyan ber xwe dide.

Mewlûd di tesewifa Îslamê de cihekî girîng digire. Koka vê peyvê ji zimanê Erebî tê. Li gorî kok û bêjeyê bi wateya welîdinê tê binavkirin.

  Yekemîn Festîvala Navnetewî ya Fîlmên Kurdî ya Moskowê 25 Tîrmehê bi rê û resmeke taybet bi dawî hat. Di heyama 4 rojan de 35 fîlmên Kurdî bi jêrnivîsa Rûsî hatin pêşandan. Hemû derhêner û akterên ku di festîvalê de amade bûn bi bi `xelateke taybet` a festîvalê hatin xelatkirin.

 Li Diyarbekirê bi hunermend û nivîskar Keremo re, şeveke xwendina helbestan hat lidarxistin û di şevê de, gelek hunermend, nivîskar û siyasetmedarên Kurd berhev hatin. Di şeva ku bi navê “dîwana helbestên êş û evînê” hat lidarxistin de, li gel xwendina helbestên Kurdî, muzîk jî hat peşkeşkirin.

        Hejmareke hunermend û dengbêjên Efrînî srtaneke hevbeşî ya bi navê Eşqa Te Yar tomar kir û Komîna Sînema ya Avrîn jî klîba wê stranê amade kir. Hunermend Neîm Şebab peyîv û awazên stranê danîne û Rênas Kurdax belavkirina muzîkê û Mihyedîn Erselan jî derhênerîya klîbê kiriye.  

Weşanxaneya Aramê ji klasîkên zarokan yên cîhanê 10 pirtûk wergerandine kurdî. Pirtûkên ku ji bo kurdî hatine wergerandin ev in: Tom Sawyer, Pollyanna, Robîn Hood, Kontê Monte Krîsto, Ger û Geştên Gullîvero, Pînokyo, Oliver Twîst, Kemanjenê Piçûk, Masîreşkê Biçûk û Gera Li Dor Dinyayê Di 80 Rojan De.

    Bi amedebûna gelek nivîskar, mamoste yên zanîngehê, nûnerên Yeketiya Nivîskarên Kurdistanê û nûnerê wîzareta Roşenbîrî şeva Ahenga îmzeya pirtûka helbestvan Mihemed Hemo ya bi navê ‘Di Şîna Evînê de’ li bi rêve çû.

  Di roja 3 hizêranê 2021an de Hunermend û rojnamavan Rodî Tehlo ciwanekî kurd ê bajarê Qamişlo ye, pêşengehek wênayên xwe vekir bi navê (çîroka gelekî) û daxaz dike ku gelen herêmê bi hevre bijî û hemî pêkhatî wek hev bin û bi biratî bijîn .

    Hunermend Destan Doxan albumeke nû belav kir. Doxan berhemên kevn bi şêwazekî nû pêşkêş bike.   Hunermend Destan Doxan di albuma xwe ya nû de zimanê kevn vedigerîne û bi giyaneke nû divejîne.   Destan Doxan berhemên hunermendên berê wek xwediyên wan çawa xwendine, lê vê carê bi şêwazê muzîka hemdem pêşkêşî guhdaran dike.

Vê carê me dîsa xwe berda jêra beriya Mêrdînê û berê xwe da Binxetê. Me hevpeyvînek bi helbestkar û berhevkarê folklora kurdî mamoste Salihê Heydo re pêk anî. Heydo derbarê kar û xebatên xwe yên berhevkariya bi salan de ji rojnameya me re axivî.

    Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê li Çand û Hunerê ya Navenda Mihemed Şêxo sêyemîn Foruma Hunerên Bedew bi dawî bû.   Foruma ku ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ser bi Rêveberiya Xweser hatibû sazkirin di 6ê Gulanê de li bajarokê Tebqayê dest pêkir.  

Piștî demek dirêj ji rawestandina çalakîyên Dezgeha sema ji ber egerê nexweșiya Korona û piștî gavavêtinên baș li pêș belavbûna vê nexweșiyê li herêma kurdistanê careke din dezgeha sema vedigere kar û xebatên xwe li gel pabendbûna bi rênimayên xweparastina tendirustî ji Koronayê.

    Nivîskar, lêkolîner û parlamanterê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Profesor Kadrî Yildirim, roja Înê 26-3-2021  li Amedê koça dawî kir. Yildirim, Roja Çarşemê jiber celteya mêjî li nexweşxaneyê di servîsa nexweşên giran de dihat derman kirin. Yildirim di meha donzdeh, Berfanbarê de bi nexweşîya COVID-19 ketibû, lê jinûve qenc bûbû.