Share |

Min ji te hez kir… Helbest: Rênas Jiyan

Rênas Jiyan
Rênas Jiyan

ji bo bejna min ne dirêjtir an jî kintir e,

ji bo rengê canê min ne boztir an jî esmertir e,

ji bo çevên min ne mezintir, an jî bêvila min ne biçûktir e,

min bi xwe û xwedê re şerr kir min xwedê bêminnet kir

min ji te hez kir

ez bûm yekî kafìr...

/

min ji te hez kir

mirina ku gav û seat di bîra min de bû,

û hundirê min bi qeramûçkên xwe kort dikir

ji bîr kir,

min dilê xwe li mirinê rehet kir,

min çi xweş kir

min ji te hez kir

ez bûm yekî nemir...

/

min ji te hez kir

fîlmê nû yê tarantîno kîjan bû

messî çend gol avêtibû?

barcelona dîsa şanpîyon bû

îsal baran baş barîya bû, nebarîyabû

"dîbê" li zadan xistibû giş hişk kiribû

min ji te hez kir

êdî min hew tiştek meraq kir...

/

min ji te hez kir

çima hinekan ji bo malê dinyê, xwe li her hinakan xûz dikir?

çima hinekan hinek pîs û xwe paye dikir

çima hinekan ji bo desthilatdarîya xwe her tişt

qirr dikir?

çima wî patronî heqaret li wî karkerê bêguneh dikir, jinika li ser billboardê reklama çi dikir, çi hewce dikir?

mêrikê li ser televîzyonê qala çi dikir?

ez di kû de mabûm, min çi xwendin dikir ?

min ji te hez kir

êdî min hew ji tiştekî fam kir...

/

min ji te hez kir

min bi kûçikên nîvê şevê re tûletî kir

min bi çivîkên destê sibê re gellacî kir

min pê li ciyê herî şil kir

min dilê xwe "bivvve" kir

ez bûm kawikek û min ji her derewê bawer kir

min ûcaxê xwe kor kir,

deriyê mala xwe mohr kir

min ji te hez kir

min ruhê xwe talan kir...

/

min ji te hez kir

min karê xwe yê berê wenda kir

min wek karekî nû dest bi te kir

min bêrîka xwe birîn kir

min mirina xwe har û dîn kir

min xwedayê xwe kedî kir

min ji ber xeyalên xwe yên tisî û xav fedî kir

min xwe ji jîyanê bi şîr vekir

min ji te hez kir

min xela li emrê xwe rakir...

/

min ji te hez kir

çîrokan bê xatirxwestin ji cîrantîya min bar kir

min li hemberî bedewiya baranan serî rakir

min ji bo ku destên te neqefilîne bayê kur bertîl kir

min kenekî nû ji xwe re kirê kir

min xwe di nav xelkê de nav-no kir

min li benda te xwe spî kir,

şîva xwe sar kir,

xwîna xwe zilindar kir,

min ji acîzi çîrçîrî kir,

xwe bi tenetîyeke pirr bi talûke hûrhûrî kir

min ji te hez kir

min mala xwe xera kir.

 

------------------------