Share |

DEREWEKE SPÎ Û JI XWE BÊHTIR IM … HELBEST: AXÎN WELAT

  AXÎN WELAT WÊNE: MITAN HUSSAINI
AXÎN WELAT WÊNE: MITAN HUSSAINI

 

 

DEREWEKE SPÎ

 

Bi dengê trênan,

tême dagirtin.

Bi bêdengiyeke ne li ber destan

û rûyekî

nayê jibîrkirin.

Nizanim rêwî yên duh,

ji kîjan rexî ve hatin.

 

Dengê xwe

didim bûnewerine

ji tozê

û canewerên kedî.

Xwe didim neynikan

dibêjin:

tu bê rojgar î.

 

Tu dê careke din

neyê vî dengî...

Hezkiriyên xwe nîvkuştî dikim:

nîvê sax: ji kurman re.

Nîvê mirî: ji hezkirineke din re,

ji kuştineke din

û gelek xapandinên dî re.

 

Keviyên min tenik in;

xwe davêjim rexrêyan.

Cara yekemîn e

neynikeke wiha paqij dibînim.

 

Hezkiriyên min

bawernakin ku:

tenê derewek im.

 

Di her neynikekê de:

du rû.

Di her rûyekî de:

gelek kes...

piraniya goriyên min

bê wênedêm

derbasî neynikan dibin.

 

***

 

JI XWE BÊHTIR IM

 

Ez bûm:

ya ku derî nîvkêşî

dihîşt,

û çavên xwe vedikirin.

 

Ne xem e

zanibim ev stirana

ji kîjan pencerê tê

lê na.

Rojine dûûr bi xwe re

anîn.

Gelek dîmen,

û bîneke pir ji mêj.

 

Ji xwe bêtir im.

Nizanim bi çiqasî,

û heta ku?

diwestim.

Navberekê dibim,

dîsa dibezim,

radiwestim,

û dem jî bi min re.

 

Bijankên xwe

ji nermebayan radikim.

Her ku jinek

derbas dibe,

zanim çawa dilê te

dibijînim xwe.

 

Bi du destan

te ez hemêz kirim

bi gelekan

dûrî xwe xistim.

tu dê çi bikî

bi ewqas dest?

 

-------------

AXÎN WELAT helbestvan e û bi kurdî, erebî û swêdî dinivîse. Heta niha 8 kitêbên wê bi sê zimanan li Sûriyê, Libnanê, Tirkiyê û Swêdê derketine. Ew li Swêdê dijî û xebatên xwe ên edebî li Swêdê dewam dike.

 

Kovara fermî ya PENa Swêdî ( PEN/OPP)