Share |

(pîrozbahî) Cejina Çarşema Sor li kurdên êzîdî pîroz be.

Cejina Çarşema Sor
Cejina Çarşema Sor

Gelk cejinên Kurdên Êzidî hene her yek ji wan wata xwe ya tayîbet heye û hemû cijin grêdana xwe bi xwezayê re heye û cejna Çarşema Sor yek ji wan cejna ye û herî mezine. Êzidî li gorî salnameya Rûmiyê çarşema pêşiyê ya piştî 13ê Nîsanê wek cejna Çarşema Sor pîroz dikin.

  Li gorî bîr û baweriya êzidiyan di vê rojê de gerdûn hatiye avakirin û ew roj weke destpêka jîyanê tê binavkirin. Di vê roja pîroz de hemû kes di sere sibehê de ji xwe hişyar dibin û bi derketina rojê ve berê xwe didin rojê û ji bo cîhanê duayan dikin.

Kurdên êzîdî ji bo pîrozbahiya Çarşema Sor, serdana Laleşa Nûranî dikin. Êzidî bawer dikin ku di wan rojan de vejîna xweza pêk tê û Çarşema Sor mizgînîya rojên xweş dide.

Em bi navê dezgeha Sema ya çandî û hunerî pîrozbahiya li Kurdên me yên êzîdî dikin û hêviya rojên xweş û geş ja wan re dixwazin ku digel hemû zor û zehmetî û astengiyan û qirkirinên ku bi sere wan de hatiye  heta roja me ya îro xwedî li xwe û çanda xwe û bîr û baweiyên xwe derketine û vê cejnê pîroz kirine.

 

Dezgeha Sema ya çandî û Hunerî

 

Hewlêr 19-nîsan-2023