Share |

Hunermenda Kurd Tara Mamedova strana xwe ya nû belav kir

Hunermenda Kurd Tara Mamedova
Hunermenda Kurd Tara Mamedova

 Hunermend û stranbêja Kurd a ji Qirgizistanê Tara Mamedova strana xwe ya nû ya bi navê “Sipîndar” belav kir û dilê hezkirên xwe geş kir.

 

Gotinên strana “Spîndar” ji aliyê Tara Mamedova hatiye nivîsandin û herwiha  beste/muzika wê bi xwe çêkiriye.

 

Stran, roja 14 nîsanê li ser hemû platformên muzîk ê dîjîtalê hat belavkirin.

 

Ev berhem bi şêweyê deng li gel wêneyekî Tara Mamedova li ser Youtube hatiye belavkirin û dê weke videoklîb jî derkeve.

 

Tara Mamedova herî dawî straneke bi navê 'Sîno' ji tekst û awaza xwe di destpêka îsal de tevî klîpa wê belav kiribû.

 

Hunermenda Kurd Tara Mamedova di danasîna stranê da wiha nivîsiye:

 

“Spîndar’a min di weşanê de ye. Bi hêvîya kû qasî nêzîkî rihê min e ewqas nêzîkî we be

 

Lê lê spîndarê, te reng daye biharê

Ti dîsa şîn û şahî, ji derva wer xwîyayî

Lê lê spîndarê, gava dikevim xewê

rastî birîna te têm…”

 

Tara Mamedova kî ye?

 

Muzîkjena Kurd û ciwan Tara Mamedova, li Qirgizistanê hatiye dinê. Heta 8 saliya xwe li wir jiyaye. Dema Sovyet belav dibe, malbata wê koçî bajarê Saratov ya Rûsya dike. Heta sala 1999an li Saratovê dijî. Destpêka salên 2000an ji bo dersên dans, Şano û muzîkê diçe bajarê Moskova û Yaroslavl.

 

Malbata Tara Mamedova sedsal berê ji Bazidê koçî Sovyetê kiriye.  Mamedova bi piştgiriya dayika xwe ya  mamoste,  Gorçek Abdûlayevna berê xwe dide hunerê. Dayika wê jî, di gel mamostetiyê, stranên Rûsî distirê.

 

Hunermenda ku di zarokatiya xwe de bi heyranî li dayika xwe  guhdar dikir, dîsa bi rêvebirya dayika xwe beşdarî gellek kûrsên hunerî dibe. Di wan salên destpêkê de, ji bo ku xwe û hunera xwe bi pêş bixe berê xwe dide Fransa.

 

Di sala 2008an de, li Parîsê di konservatûarekê de perwerdê dibîne. Di wê navberê de, li kolanên Parîsê pêrgî komên muzîkê yên cazê dibe. Tara Mamedova, vê muzîkê , muzîka Rûsî ya Ramansî û ya Kurdî têkel dike. Deh salan bi vî awayî li Parîsê dijî. Ew êdî digihêje wê baweriyê ku divê di muzîka xwe de rengvedaneke bi vî awayî çê bike. Li ser vê bawerî û bingehê, weke muzîkjenekê vedigere welatê xwe yê ku sedsalan berê jê koç kiribû . Di sala 2005’an de yekem albuma xwe ya bi navê “Ax”ê diweşîne. Di komxebata xwe ya duyem de, performansa xwe ya zindî bikar tîne. Van xebatên xwe li platformên dijîtal belav dike. Di xebata sêyem ‘’Live’’ê de, stranên bi zaravayê zazakî jî li repertûra xwe zêde dike.

 

Mamedova  di serî de li Stenbol, Amed, Wan û gelek bajarên din gelek konser dane. Ji ber ku di nava çandeke pirrengî de jiyaye, muzîka xwe jî li ser vê bingehê tomar dike. Hunermenda ku li ser vê baweriyê karê xwe beredewam dike, ne tenê bi zimanê xwe, herweha bi zimanên cuda cuda distrê. Ew niha li Tirkiye dijî û zewicî ye û keçeke wê bi navê Elenya heye.

 

https://www.youtube.com/watch?v=jAKGMEcSjGE

 

RUDAW