Share |

‘Metroya Helebê’ bo Kurdî hat wergerandin

Romanivîsa Kurd a ji Efrînê, Meha Hesen
Romanivîsa Kurd a ji Efrînê, Meha Hesen

 

  Romana Meha Hesen a bi navê “Metroya Helebê” ku bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin, ji aliyê lêkoler û wergêrê Kurd Xalid Cemîl Mihemed ve bo Kurdî hat wergerandin.

 

Sala 2016yna, romanivîsa Kurd a ji Efrînê, Meha Hesen romana Metroya Helebê (مترو حلب) bi Zimanê Erebî weşand, û navûdengekî mezin sitand ku gihişte lîsteyên dawî ji hin xelatên mezin li ser asta welatên Erebî. Niha jî, xwendevanê Kurd dikare vê romana Metroya Helebê bi zimanê Kurdî bixwîne, ew jî yek ji weşanên Weşanxaneya Ramîna ye, ku guhdaneke taybet dide berhemên nivîskarên Kurd, bi herdu zimanên Kurdî û Erebî.

 

Ev roman li ser destê lêkoler û wergêrê Kurd Xalid Cemîl Mihemed, di 300 rûpelê de, ji Zimanê Erebî hatiye wergerandin bo Zimanê Kurdî (Kurmancî).

 

Wegêrê vê romanê Xalid Cemîl Mihemed ji Rûdawê re behsa vê berhemê dike û dibêje: “Hezkirina min ji herdu zimanên Erebî û Kurdî, herwiha xwesteka dewlemendkirina pirtûkxaneya Kurdî bi berhemên astbilind, ji zimanên din, handana sereke bû li pey cîbicîkirina vê wergerê.”

 

Xalid Cemîl Mihemed got: “Veguhestina berhemên nivîskarên Kurd ku bi zimanên biyanî dahênê dikin, yek ji erkên pêşîne yên wergêran e, bi taybetî naskirî ye ku gelek nivîskarên navdar hene, bi zimanên din gihiştine asteke bilind û navûdengên wan heye, êdî ya baş ew e ku Kurd berhemên wan nivîskaran bi zimanê xwe bixwînin, bi taybetî hin kes ji wan nivîskaran fêrî Zimanê Kurdî nebûn, lê nivîsên wan li ser jiyan, dîrok, civak û mirovê Kurd in, êdî girîng e ew nivîs bi Kurdî jî bêne xwendin.”

Lêkoler û wergêrê Kurd Xalid Cemîl Mihemed  

 

Bi kurtî Metroya Helebê

 

Romana “Metroya Helebê”, çîroka Sara vediguhêze. Sara ya 30 salî ji nişkê ve dibihîse ku xaltîkeke wê bi navê Emîne li Parîsê dijî û dixwaze di zûtirîn dem de wê bibîne. Êdî Sara ji Helebê diçe Parîsê, lê dibîne Emîne ya tûşbûya penceşêrê, di rojên xwe yên dawî de ye. Emîne bîranînên xwe ji Sara re tomar dike û Sara jî wan bîranînan di du pirtûkan de dinivîse: “Du pirtûk li cem min hene, di wan de dinivîsim: Pirtûka Xewnan, ji bo ez bawer bikim li Parîsê me. Pirtûka Cengê, ji bo bê bîra min ku ne li Helebê me. Gelek caran, di xewnan de dibînim ez li Helebê me. Lê di xewnên Parîsê de, bi piranî, hest dikim di nav şer de me. Her bi bihîstina terqînekê, nikarim dîmenên ku digirine ser min dûr bixim.”

 

Emîne ya ku ji şanogeriyê hez dike, hevjînê xwe Welîd û keça xwe Sara ya sava, û bajarê xwe Helebê bicih dihêle û dide pey behreya xwe ya şanogeriyê û arezûya xwe ya navdariyê, lê piştî sih salî li dûriyê, tûşî penceşêrê dibe, êdî dixwaze keça xwe bibîne û doza wê dike ku bê Parîsê. Piştre Sara ya sih salî nas dike  ku  Emîne ya xaltîka wê, dêya wê ya rasteqîne ye, û Hudhud a ku wê ew weke dêya xwe nas dikir, xaltîka wê ye. Sara gihişte Parîsê, lê her wê nizanîbû ku xaltîka wê  Emîne dêya wê ya rasteqîne ye. Di romanê de, gelek kesayetî û bûyer derbas dibin, beşê berfireh jê, girêdayî şerê navxwe yê Sûriyê ye, ku çawa bandora nerênî ya wî şerî li ser jiyana xelkê hebû.

 

Sara di navbera Heleb û Parîsê de, weke ku di hêlanê de be. Ew li Parîsê bû, nema dikarîbû careke din vegere Helebê, bi taybetî piştî ku şer li wî bajarî gurrtir bû. Di encamê de jî, beşek ji kesûkarên Sara hatin kuştin û beşek jî reviyan û ji Sûriyê derketin.

 

Sara di navbera Parîs û Helebê de, û Hudhud û Emîne de, ku Emîne dêya wê ya rasteqîne bû, lê wê ew weke xaltîka xwe nas dikir, û Hudhud jî xaltîka wê bû, lê wê ew weke dêya xwe nas dikir.. Bi vî awayî bêserûberî û tevliheviyek li cem Sara peyda bû...

RÛDAW