Share |

Şêwekarekî Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê pêşangehek vekir

  Şêwekarê ji Rojavayê Kurdistanê Mihemed Şerîf roja 18- hizêran  di bin cavdêriya dezgeha Sema û li hola Sema li Capitopl Hotel li Hewlêrê pêşangehek bi navê  “Sirûşta Kurdistanê” vekir.

Şêwekar Mihemed Şerîf ku li Hewlêrê dijî di pêşangeha xwe de 42 tablo nîşan dane, dê pereyên firotina tabloyên xwe bide nexweşên penceşêrê.

 

Mihemed Şerîf ji Rûdawê re got, du armancên wî yên sereke ji vekirina pêşangehê hene, yek pêşkêşkirina pereyên pêşangehê ji bo nexweşên penceşêrê yên zarok  a duyem jî nîşandana xwezaya ciwan a Kurdistanê ye.

 

Mihemed Şerîf dibêje: “Pêşangeh bi navê Sirûşta Kurdistanê ye û du peyamên min ji vê pêşangehê hene. Yekem alîkariya bo zarokên nexweş ên li kampan û dervey kampan in ku dahat dê bi rêya lîjneyekê ji wan re biçe. Peyama duyem jî jîngeha Kurdistanê ye, weke em dizanin,  sirûşata Kurdistanê li Rojhilata Navîn sirûşteke cuda ye. Îro li her welatekê pirsa jîngehê heye û divê îro em jî weke Kurd jîngeha xwe biparêzin. Ev herdu peyamên me ne û pêşangeh dê sê rojan berdewam bike.”

 

Hewlêr (Rûdaw)