Share |

Xemgîn Remo: Divê helbestvan berdevkê milletê xwe be …Hevpeyvîn: Demhat Dêrikî

 helbestvan   Xemgîn Remo
helbestvan Xemgîn Remo

Nivîskarê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê Xemgîn ê Remo, li sala 1961 ê li gundê tehlika malbata Cemîl Paşa, ya bi ser Dirbêsiyê ve ji dayik bûye.

Nivîskar Xemgîn ê Remo xwendina xwe ya seretayî li gund kuta kiriye, ya amedeyî li bajarê Dirbêsiyê, li qonaxa xwendina navendî ji ber hin sedemên taybet dest ji dibistanê berdide, lê dest ji fêrbûna kesatî bernedaye, ta roja îro di warê wêjeyî  de mijûle , ji destpêka salên 90 î de berhemên xwe li rojava , başûr , bakur , di gelek govar û rojnameyan de diweşîne , her wiha di gelek malperên cûr be cûr de , ta niha 8 pertûkên xwe ji helbest û çîroka çap kiriye û 4 pertûk jî amadene ji çapê re , bi nivîsandinê mijûle û nivîsandin mijara wî ya serekeye di jiyanê de . 

 

 

 

  •  Birêz Xemgîn Remo, her helbestvanek çîroka xwe ya nivîsandina helbestê heye, gelo çîroka we çawa destpêkir, çima helbest û ne şaxek din yê wêjeyê?

 

  •  Bê guman, berî nivîsandina helbestê pêşekî hene , ku ez ji ezmûna xwe destpê bikim , li serdema xwendina seretayî , min ji wênekêşiyê hez dikir û defterê min her tijebûn , min li ser tiştnî din jî wênekêşî dikir û her wiha min ji stranê jî hez dikir û ji xwe re distira , di gel guhdarîkirina çîrokên devikî ku bavpîrê min çîrokbêj bû û di şevên zivistanî de , me lê guhdarî dikir , ev pêşekiyên berî nivîsandina helbestê bûn , ta ku li temenê nozdeh saliyê , min helbesta xwe ya yekem li destpêka sala 1980 ê , ji çavên keçeke gundî re nivîsand , piştî hingê , hilm bi hilm min dest ji wênekêşiyê berda û ji dil û can berê xwe da nivîsandinê , şaxa duwem ji pirsa te : ku çima helbest û ne şaxekî din ji wêje yê ? Dibe ku ez wek helbestvanekî hatibim naskirin , lê ji sala 1985 a de , ez kurte çîrokan jî dinivîsim û sê pertûkên min yên çîrokî hatine çapkirin , ji bilî wergerandinê , min romanek jî wergerandiye di gel 16 xelekên telfizyonî hatine weşandin , her wiha min hin helbestên LORKA jî wergerandine  .

 

  •  Bêhna welat, bêhna evînê û êşê ji helbestên te tê. Çi têkiliya helbesta Xemgîn Remo bi kesayetiya helbestvan ve heye, em dikarin bêjin helbest helbestvan tîne ser ziman?

 

  •  Pirsek xweşe , eza helbestvan , ya nivîskar , ezeke giştiye , nemaze gava ku helbestvan lawê miletekî bindest be , divê ku helbestvan , nivîskar , pêgêrê doza xwe be , berdevkê miletê xwe be , ragihênerê êş û janê wî be , û hin nivîskar jî hene pêgêriyê bi çi tiştî nakin , ji bilî mijarên xwe yên taybet , dûrî bîr û baweriyane , raste tiştnî taybet hene , lê li gorî şêweyê nivîskar dimîne ku wan taybetiya karibe bike mijareke giştî , gava ku ez helbestek evînî dinivîsim , ne evîna min bi tenê ye , gerekî her yekî xwendevan xwe evîndar bibîne , nivîsandina helbestê li ba min ne yek taye , ez bi awakî sîmbolî dinivîsim , welat li ba min dilberek nazdare , dayikek belengaze , ez êş û janên xwe , hêvî û daxwazên xwe , bi rêya vê evînê tînim ser zimên , lê mixabin xwendevanên me hindekî terlanin , ez vê yekê li ser rûpela xwe ya fîsbokê têbînî dikim , ku dibêjin : ( dilê te xweş be ! tu dûrî derd û kula be ! Nabêjin : bi hêviya ku dilê me xweş bibe , em dûrî derd û kulabin , dilbera me hêja ye ) . 

 

  •  Ji kerema xwe tu dikarî hinekî behsa berhemên xwe bikî, wek çapkirina pirtûkan û gelo zehmetî li pêşiya we derdikevin, ger hebin ew çi ne?

 

  •  Belê , min ta niha 4 pertûkên helbesta û 3 pertûkên çîroka çap kirine , her wiha 3 ê pertûkên helbesta û 1 çîrok , amadene ji çapê re , ji layê zehmetiya ve , belê zehmetî hene , weşanxaneyên me , yên serbixwe nînin , li her parçakî desthilatdariyek heye , ku ew jî ya partiyên me ne , ku hin nivîskaran didin pêş û hina jî di ser guhan re davêjin , yanî dilxwestine , xal û xwarzêtiye , hevaltî û alîgiriye , di gel ku berhemên min li saziyên cûr be cûr hatine çapkirin , mîna hevgirêdana kawa , saziya sema , yekîtiya nivîskarên kurd li duhokê , û çand û huner li rojava , lê ne li asta xwestinê ne , berî demekê ez bi rêvebirê weşanxaneyekê li amedê  ketim têkeliyê de , pertûkek minî çîrokan heye , min diviya ku li bakur çap bikim , camêr ji min re got : rewşa me ya abûrî ne gelekî başe , eger ku tu alîkariya me bike emê çap bikin !Her wiha her parçak tenê nivîskarê perçeyê xwe nas dikin , nayê bîra wan ku behremend li perçeyê din hebin , ev jî kêmasiyek mezine . 

 

  •  Li Rojavayê Kurdistanê çi cudahiya di navbera helbesta salên 1980 an û ya îro de heye, tu di roja îro de asta helbesta li Rojavayê Kurdistanê çawa dibînî ?

 

  •  Cûdahiyeke mezin çêbûye , em nivşê salên heyiştêyan ku me bi helbesta kilasîk dest bi nivîsandinê kir , ji bilî berhemên cegerxwîn tiştek li ber destê me nebû , min bi xwe deh salên pêşî wek ezmûne , helbesta kilasîk dinivîsand , û dîwana xwe ya yekem ( AXÎNA DİL ) li sala 1991 ê , bi vî şêweyî li şamê çapk kir , berî hingê , yan piştî karîseta helebça , min dît ku helbesta me ya bend kirî , êdê nema dikare me bighîne asoyên bilind , vêga min dest bi helbesta serbest , ya nûjen kir û ta niha ez bi vî şêweyî berdewam dikim , piştî serhildana başûr , têkeliyên me fireh tirbûn û berhemnî nû dighan ber destê me , li rojava jî çend govara dest bi weşanê kir , mîna , ZANÎN  ku min wek endamekî berdewam berhemê xwe lê diweşand , her wiha govara ASO , PİRS , cûdahiya nivşê salên heyiştê yan ji nivşê berî me ev bû , ku ne tenê helbest , belê kurteçîrok , şano , roman , werger , gotarên cûr be cûr dihatin nivîsandin û di nav rûpelên wan govaran de dihatin weşandin , sebaretî pirsa helbestê li rojava di çi astê deye ? nivîsandin bi tevayî bi rewşa giştî ve girêdayiye , aramî ji bo nivîskar pêwîste , her wiha rewşa abûrî  bingehek serekeye bo afirandinê , lê dîsa jî û di gel vî awayî jî , ez dikarim bêjim, ku rewşa helbestê li gorî rewşê li pêşe , ne wek aliyên din ku bi şûnde vedgere .    

 

  •  Gelo helbest dikare bandora xwe li civakê bike û civakê ber bi guhartinê ve bibe?

 

  •  Ne xêr , evro ne dema xwendinê ye , em li serdema netê ne , xwendevanê pertûkan mixabin gelekî kêm bûne , û divê ku em vê jî bizanibin : helbest berî her tiştî , tiştekî giyaniye , helbest ne çek û bimbeye ku kozik û çeperên dijin bihilweşîne , lê rola helbestê , dikare hêviyan di dilan de biçîne , êş û azaran diyar bike , û warê dilberê bi dildaran şêrîn bike , him jî dikare pirs û tirsê bi xwendevana re çê bike .

 

  •  Birêz Xemgîn Remo, mifake madî ji berhemên xwe dibînî, yan bi diravên xwe berheman çap dikî?

 

  •  Min ta niha çi mifayê madî ji pertûka wernegirtiye , ne jî stranbêjên ku helbestên min bi dehan hatine strandin çi maf wergirtiye , û ne jî çi kes li me dipirsin , wek te pirs kirî , gerekî tu niha mafê min yê vê hevpeyvînê ji min re bişîne , ( ez dikenim ) min pertûka xwe ya yekem bi tenê ji pêrîka xwe çap kiriye , yên mayî saziyan ji min re çap kirine .

 

 

  •  Gotina dawî

 

  • Eger ku hindek guhdan bi nivîskara bibe wê baş be , berhemên me divê ku bêne çap kirin , zimanê me gihaye asta man û nemanê , nemaze li bakur , li vêrê divê ku dam û dezge yên ragehandinê bi rola xwe rabin , û hezkirina zimên di her malê de biçînin , ev zarokên îroyîn paşeroja mene , lê ku wan jî zimanê xwe wenda kir tiştekî me li meydanê namîne , dawî serkeftin bo we , di gel rêz û silavên germ bo hemî karmendên govara Evro û her dem li pêş bin .

 

Demhat Dêrikî

Rojname Evro

Hejmar: 3317

11.4.2023