Share |

Wênegir Yûsif Husên: Tevî kamerayên nûjen derketine jî, yê wêneyê digire çav e…Hevpeyvȋn: Siyamend Brim

Wênegir Yûsif Husên
Wênegir Yûsif Husên

Wênegirî hunera kişandina ronahiyê bi kamerayê ye, çendî teknîk û kalîteya kamerayê baş be jî, tiştê ku çav digire, ciwantir û bedewtir e. Asta derbirîn, bedewî û dahênana wênegir, wergir ber bi xwe ve dikişîne ye.

Hunermend û wênegirê Kurd ê Efrînî jî, bi çavê xwe berî kameraya xwe, çîroka bajarekî belge kiriye. Efrîn di wêneyên Yûsif Husên de germtir, ronîtir û bijîntir e, wek ku ew parêzvanê kêliyên wê yên herî efsûnî û ronahiya wê ya di nava tariyê de ye. Bi kameraya xwe li giyanê kuçe û kolanên Efrînê digire û bi çavê xwe pencereyekê di navbera bîranîn û heyînê de vedike.

Yûsif Husên di wêneyên xwe de, bi zimanê tiştan riya xwe dibîne, bi diyaloga di navbera ronahî û siyê de, razên di navbera bêhna axê û baranê de û hûrgiliyên di navbera tevger û bêdengiyê de, li çavkaniyên ronahiyê digere. Ji ber vê yekê jî ji wêneyên wî re dîrok, bîr, çand û çîrok hene. Ronahiya ku çavên wî dajo, hîn jî bi dîrok û bîranîna cihan ve strayî ye.

Hunermend Yûsif Husên sala 1960î li bajarê Laziqiyê ya Sûriyê jidayik bûye. Endamê Yaneya Wêneşkêşiyê ya Sûrî ye û beşdarî di gelek pêşangehên li ser asta Sûriyê û navdewletî wek Îran, Çîn, Mexirb, Îtalya û Urdinê de kiriye û wêneyên Efrîn û gelek bajar û navçeyên din ên Sûriyê belge û arşîv kiriye û gelek xelat wergirtine. Yûsif Husên bi wênegirtina şûnwaran, çend salan beşdarî di Salnameya Sûrî ya Wezareta Geştiyariyê kiriye.

 

  •  Te çawa dest bi hunera wênegiriyê kir? Wêneya yekem a ku te girtiye tê bîra te? Wê demê we kîjan kamera bikar anî?

 

  • Yûsif Husên: Bîrokeya wênegiriyê ji bavê min di havîna 1974’an de dest pê kir. Ew bi min re li ser wênegiriyê axivî û han dam, her çend e karê wî li bajarê Tebqayê Rêveberê Postê bû, lê pir ji wênegiriyê hez dikir.

 

Wî ez han dam ku kamerayê nas bikim, min yekem kamera Kiev-10 ya rûsî bi nirxê 110 lîre kirî, piştre min amûreyeke çapkirinê wêneyan û flaşek kirî. Destpêkê min wêneyên reş û sipî yên dost û hevalên xwe digirt û li malê wêne çap dikirin. Min salekê wiha berdewam kir. Ev yek heta havîna sala 1975an berdewam kir, heta ez bûm wênekêşekî profesyonel û dest bi karê wênegiriyê kir. Min wê demê wêne bi qebareya 10/15, bi 1 lîreya sûrî digirt.

 

 

  •  Di destpêka rêwîtiyê te di hunera wênegiriyê de, tu bi çi zehmetiyan re rûbirû dima?

 

  •  Min li qiraxa çemê Ferêt wek wênegirekî gerok dest bi kar kir û tevî temenê min ê biçûk û hebûna wênegirekî din, lê wê yekê rikeberiyeke mezin ji bo min dirust kir, ta ku zêdetir fêr bikim û razên vê pîşeyê nas bikim.

 

Karê min di wênegiriyê de gelek qonaxan re derbas bû, destpêkê wekî wênegirekî gerok, piştre girtina wêne ji rojnameyan re. Piştre li Humsê min di studyoyekê de kar kir û min wêne li şahî û dawetan digirtin. Piştî ezmûna 12 salan di wênegiriyê de, di sala 1986an de min studyoya xwe li Efrînê vekir.

 

  •  Çi bala çavê te dikişîne? Sirûşt, mirov, gund û bajar an çi?

 

Yûsif Husên: Li welatê xwe, Efrînê, min dest bi girtina wêneyên Efrînê, cihên dîrokê û mezarên pîroz, şûwarên arkeolojîk, deverên geştyarî, sirûşt xweşik, şahî û cejnên Newrozê, gund û bajar, jiyana civakî, hunerên destan, rû û jiyana rojane kir. Ligel wê jî min li studyoya xwe wêneyên hunerî yên reş û sipî û yên rengîn jî digirtin.

 

  •  Tu kurê Efrînê yî, we gelek wêneyên sirûşt, bajar, gund û jiyana civakî ya herêma Efrînê girtiye û belge kiriye. Tu dixwazî wêne çi vebêje, an nîşan bide?

 

  •  Di çarçoveya karê min ê belgekirina herêma Efrînê jî, min dest bi çapkirina kartên pîrozbahiyê yên bi wêneyên Efrînê kir. Min her sal jî salnameyek li ser deverên arkeolojîk û geştyarî derdixist, wek sulava Meydankê, sulava Kamrûkê û hin deverên din ên geştyarî, çemê Efrîn û Ziravkê.

Min ew wêne, ji bo kartên şahî dawatan jî bikar dianîn.

 

  •  Di derbarê wêneyekê de ji bo te çi girîng e: forma wê ya fîzîkî an peyama wê ya çandî û hunerî ye?

 

  •  Eger em li ser wêneyê biaxivin, ew çend form hene, wek mînak, wêneyê çapemeniyê bêyî ku giringiyê bide nêrîna hunerî, bûyerê nîşan dide. Wêneya stûdyoyê ya karûbarên fermî, li vir em neçar in pabendî yasayên taybet bibin, lê tevî wê jî, em dikarin dahênana xwe bi ronahiyê, hevsengiyê û tevgera rûyê bixin wêneyê. Wêneyên jiyana civakî jî, tomarkirina bûyerê, belgekirin û arşîvkirin e.

 

 

Wêne şirove, araste û peyameke bi ronahî û rengan e, wênegir bi hilbijartina goşeya wênegiriyê, biryar dide ka ew dixwaze çi peyamê bigihîne cîhanê. Ji ber vê yekê girîngiya wêneyê di belgekirina bûyer, hest û ramanan de ye.

 

  •  Peyama ku te dixwast bi pêşangeha xwe ya dawî ya li bajarê Neuwied ê Almanyayê bidî çi bû?

 

 

  •  Pêşangeha min a wêneyan li bajarê Neuwied, roja 6ê Gulana 2023an di çarçoveya Çalakiyên Roja Hunerê ya Almanî de hate vekirin û Şaredarê Neuwied û hejmarek mezin ji berpirs û kesayetiyên Almanî tê de beşdar bûn.

 

Pêşangehê du rojan berdewam kir, min xwast bi vê pêşangeh û wêneyan, sirûşt, kelepûr, dap û nerîtên civakî yên herêma Efrînê yên ku min bi wêneyan belge kirine bi rayedar û rojnamevanên Almanya bidim naskirin û dengê herêma Efrînê bi wêneyan bigihînim cîhanê.

 

 

  •  Pêşangehên takekesî yan bikomî ji hunermend re firsendeke baş e ku asta jêhatîbûn, behremendî û afirîneriya xwe derxe pêş. Tu vê yekê çawa dibînî?

 

Yûsif Husên: Dema ku em beşdarî pêşangehên navdewletî dibûn, ji her hunermendekî re du tablo hatin destnîşankirin, wek mînak em endamên Yaneya Wênekêşan a Sûrî, em zêdetirî pêncî hunermendî beşdarî pêşangehên herêmî û navdewletî dibûn, anku hejmareke mezin wêneyan li pêşangehan dihatin pêşandan, lê pêşangehên takekesî, wênekêş wê demê dikare asta, karîn, zîrekî û dahênana xwe bi riya hejmarek mijar re diyar bike û karê xwe yê hunerî rave bike.

 

  •  Tu rewşa wênegiriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çawa dibînî? Ma gelo hunermendên me dikarin hunera xwe bigihînin asta cîhanî?

 

  • Bi pêşketina civaka me re, şiyanên ciwanên me jî bipêş ketin, beriya ku em ji Efrînê koçber bibin, hejmara wênegirên pispor baş bû û piraniya wan ji studyoya min, Studyoya 23 derçûn. Niha her kesek ji wan li welatekî ye kameraya xwe pê re ye, wêneyan digire û karê xwe berdewam dike. Serkeftinê ji hemûyan re dixwazim. Her wiha hejmarek wênegirên baş jî li Qamişlo hene.

 

 

  •  Peyam an gotina te ya dawî ji bo nifşên paşerojê yên ku ji vê hunerê hez dikin çi ye?

 

  •  Kesên nû dest bi wênegiriyê dikin, divê têbigihin bingehên wênegiriyê (ronî, rehend, goşeyên wênegirtin.. ) û kamerayên niha yên bi teknolojiya nûjen baş nas bikin.

Îro, bi derketina kamerayên nûjen re ku ew bi xwe hin şert û merc wêneyeke pejirandî peyda dike, lê bi gelemperî, ji her wêneyekê re teknîkên xwe yên cuda hene û pêwîstî bi çavekî heye ku bikare bedewî û ciwaniyê bigire, ta ku bigihe armanca xwe ji wêneyê.

 

Dîmeneke herêma Efrînê - Wêne: Yûsif Husên

 

KURDISTAN 24