Share |

Pêşangeha “Xanî” li Galeriya Hunerê li Istanbolê.

Posterê pêşengehê
Posterê pêşengehê

Hunermend Mîntaş di pêşangeha xwe de derbarê Ehmedê Xaniyî de ji disîplînên cuda yên wek peyker, wêne, dijîtal wê berheman nîşan bide.

Pêşangeha Taylan Mîntaşî ya bi navê “Xanî” wê li Galeriya Hunerê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçiyî li istanbolê wê vebe.

Mîntaş di pêşangeha xwe de derbarê Ehmedê Xaniyî de ji disîplînên cuda yên wek peyker, wêne, dijîtal wê berheman nîşan bide.

Hunermend Taylan Mîntaşî, dema berhemên xwe amade kirine ji têgehên “xanî” yan jî “mal” îstîfade kiriye. Ji ber ku “Xanî” hem navê duyem ê Ehmedê Xanî ye hem jî ji bo kurdan stargeheke ku xwe lê dispêrin, wî li gorî vê hizr û ramanê berhem çêkirine û ev nav li pêşangehê kiriye.

Pêşangeh roja 6ê Gulanê saet di 17.00ê de bi kokteylekê wê destpê bike û heta 6ê Heziranê jî wê vekirî be.

Kuratorê pêşangeha sernavê “Xanî - Ji Poetîkayê heya Fîlozofyayê Ehmedê Xanî” jî Şerîf Yaşar e.

 

Bianet(FD)