Share |

Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê li Duhokê li darket

Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê roja 7-7-2023 li Duhokê hat lidarxistin û tê de çanda Kurdên Êzidî yên ji deverên cuda yên cîhanê hat nîşandan. Çalakiyên hunerî, pêşangehên çandî, stran û aheng beşeke Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê ne.

 

Endamê grûpa Lalişê Sermed Îsmaîl got, “Her miletê ku çanda xwe ji bîr bike û çanda wî were tunekirin, ne milet e. Dîrok wiha dibêjem, ez bang li xort û keçên Êzidî dikim ku bi hev re cil û bergên bav û kalên xwe biparêzin.”

 

Kurdên Êzidî yên ji Rojava, Bakurê Kurdistanê û Ermenistanê beşdarî festîvalê bûn û behsa rewşa Kurdên Êzidî kirin.

 

Nivîskar Dawûd Xetarî got, “Koçberiya Êzidiyan bandorek mezin li ser kevneşopî û windakirina zimanê dayikê kiriye lê hin rêxistin û sazî hene ku ji bo parastina çandê hewlên baş didin.”

 

Di festîvalê de pêşangehên hunerî, xwarinên gelêrî û tiştên ku di çandinî û karên rojane de tên bikaranîn jî hatin pêşkêşkirin.

 

RUDAW