Share |

3yemîn Festîvala Şal û Şapkên Kurdî li Zaxo .

 

Festîvala cil û bergên Kurdî ya "Şal û şapik" bo sala sêyemîn li Zaxoyê, bi taybetî li Pira Delal a dîrokî, dest pê kir. Dizayner û mêvan ji seranserê Kurdistanê û welatên cîran beşdarî festîvala du rojî bûn, ku cilên gelêrî, li gel cûrbecûr çalakiyên hunerî, stranbêjî û muzîkê pêşkêş kirin. Navê festîvalê ji cil û bergên kevneşopî yên mêran ên Kurd tê, ku bi destan ji hirîya mîyan hatine çêkirin.

Festîval di 29 û 30ê nîsanê de li nêzîkî Pira Delal  li Zaxoyê hate  lidarxistin û hejmareke girîng ji mêvanan ji çar beşên Kurdistanê beşdar bûn.

 

Di festîvalê de, gelek koma dîlanê ji herçar perçên Kurdistanê beşdar dibin û wê çend tabloyên dîlanê pêşkêş bikin.

 

herweha Herdu hunermend Hesen Şerîf û Şehrîbana Kurdî jî di çarçoveya festîvalê de konser dan.