Share |

nûçe

Encama Pêşbirka Helbestan a Arjan Ariyî diyar bûye. Li gorê encamê Bahadîn Akhan, di pêşbirkê de biser ketiye. Akhan bi dosyeya xwe ya bi navê “An jî gilî gotinên li ser hatinê” beşdarî pêşbirkê bûye.

Hunermendê Kurd Delîl Dîlanar piştî 27 salan dê li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bi hezkiriyên xwe re were cem hev û konsêrtê bide. Delîl Dîlanar yek ji hilgirên kevneşopiya Dengbejiyê ye, ku piştî 27 salan bo cara yekem xwe amade dike daku li bajarên Amed, Mêrdîn, Riha û Stenbolê konsêrtan saz bike.

  Şîlan Elmas Kan, Hevseroka MED-DERê ji bo tevlîbûna şahiyên Cejna Zimanê Kurdî bang kiriye û gotiye, “Em li mal, kolan, bazar, nexweşxane û li her derê bi kurdî bi axivin, bi xwînin û bi kurdî bijîn.”

   Roja 22 nîsanê 2022an 124 sal bi ser derketina yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê “Kurdistan” re derbas dibe.  

      Hunermenda Kurd ya Operayê Pervîn Çakar, kilam û stranên Kurdî yên ku êdî wek klasîk tên nas kirin, bi şêweya operayê pêşkêşî guhdarên Kurd û cihanê dike.   Albuma bi navê ‘’Bîhna di Nav Du Çeman de’’ di renge arşîva çanda kevnar ya bîra gelen Mezopotamya de ye.  

      Roja 26.03.2022, li Komeleya SÎWANA KURDAN, li bajarê Essen, sîmînarek ji bo bîst saliya koçkirina seydayê Tîrêj hat lidarxistin, ew sîmînara ko Komîteya Çalakiyan ya

  Di 1`ê meha 1`ê sala 2022ê de, bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê li Ingilistanê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK), bo cara duyemîn lidarxistina (Pêşbirka helbesta Kurdî Ya Ciwanan a Sala 2022ê)ragihandi û bi awayekî berfireh di rêyên cûrbecur re mercên beşdariya pêşbirkê bo ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Hunermend Melek Rojhat, nûtirîn berhema xwe bi navê 'Potporî' bi helkefta cejna Newrozê ji bo hezkiriyên xwe belav kir.   Ev berhem ji çend stranan pêk tê, ew jî strana 'Yar Heybet' ku gotin û awazên wê gelerî ne, 'Yar hey can' ku ji gotinên Melek Rojhat e û awazên geleriye.  

  Fîlma derhênerê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl a bi navê “Cîran” di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Monsê de xelata herî bilind, “Xelata A Brixton Tale Cineuropa” wergirt. Derhênerê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Şewket Emîn Kurkî jî di festîvalê de hêjayî "Xelata Jûriyê" hat dîtin.  

Hunermendê Kurd Hesen Şerîf bi helkefta Cejna Newrozê berhemeke şad a nû bi navê 'Her Wanê' belav kir. Ev berhema nû ji gotin û awazên Hesen Şerîf bi xwe ne û Rênas Mîran di awazdîna stranê de alîkariya Hesen Şerîf kiriye.

    Di nav Bernameya meha Adarê ya Wêjegeh a Amedê de. di “Roja Nivîskar” de, di roja şemîyê 12-3-2022an , li Wêjegeh Kitapê, li Amedê . Şerefxan Cizîrî, behsa pirtûka xwe ya bi navê "Edebîyata Devkî û Şer" kir,  her wekî di edebîyata gelek zimanan de jî wisa ye, di edebîyata devkî ya Kurdî de li ser mijara şer disekine.

     Heftemîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê li Qamişlo hate lidarketin, û hejmareke jinan ji hemû pêkhateyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê tê de beşdar bûn.

      Hunermendên kurd Rewşan û Tara Mamedova berhemekî hunerî yê nû afirandin û bi awayê klip jî belav kirin.   Herdu hunermendên kurd vê derbarê de ragehandin ku:  

Pêşangeha karîkaturîstê Kurd ji rojavayê Kurdistanê Mihemed Seyda li Amedê derket pêş hunerhezan. Seyda li bajarê Amûdê hate dinê, lê ew 20 sal in ku li Swêdê dijî. Di berhemên xwe de girîngî dide mijarên wek mafê jinan, sansur, otosansur, azadîya ramanê, rexneya sîyasetê.  

  Bi alîkarî û siponsoriya(KOMELEYA JANÊ XELEF A XÊRXWAZIYÊ LI INGILISTANÊ), Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)ê dest bi lidarxistina (Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan) a sala 2022ê dike û mercên beşdariya pêşbirkê bo helbestvanên ciwan ên Kurd ên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, radigihîne: Pêşbirk bi zimanê Kurdî ye.

      Wênekêşê Kurd Mehmet Masum Suer, di pêşbirka wêneyên cihên dîrokî ya sala 2021 ya navnetewî (Historic Photographer of the Year 2021)

    Di sala 2016ê de ango di pêncemîn Kongireya xwe de ku li Qamişloyê li dar ket, HRRKê biryar wergirt ku xelatekê bi navê

  Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 5emîn Festîvala Osman Sebrî hat sazkirin. Her sal 4 rojan ev festîval birêve diçe, lê îsal tenê rojekê hat lidarxistin. Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser 5emîn Festivala Osman Sebrî ya Wêjeyî birêve çû.

8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, dest bi karên xwe kir û biryar e 8 rojan berdewam be. Di festîvalê de, 94 fîlmên Kurdî, biyanî tên pêşandan, ji wan 49 fîlmên biyanî ji 30 welatên cuda ne û 45 fîlmên Kurdî ne.  

Navenda Lêkolîn û Parastina Kevneşopiyan a Rojaveyê Kurdistan Pargîn bi klîbeke nû derxist. Di albûmê de stranên gelerî bi tarzeke gelêrî hatin gotin. Mûzîkên albûmê ji aliye Mehmûd Berazî ve hat çêkirin. Amadekirina wan stranan jî ji aliyê Îbrahîm Feqe û Şêro Hindê hat kirin. Bi parkevekirina albûmê re bi hezar caran hat temaşekirin

  Hunermendê Kurd Selah Resûl roja 27-10-2021an, li nexweşxaneyeke bajarê Essen a Almanyayê, di temenê 69 saliyê de koça dawiyê kir. Selah Resûl yek ji hunermendên navdar ên Rojavayê Kurdistanê ye û ji salên heftêyî yên sedsala borî ve dest bi karê hunerê kiribû û wek hunermendê şahiyan yê herî navdar dihat hejmartin.

Di çerçeva çalakiyên weşanxana Avesta gotûbêjek li jêr navnîşana  “Deqên çîrokê” ya nivîskara Lorîn S. Doğan bi Moderator lekolînvan Zeynep Yaş hat li darxistin ,

      Navenda rewşenbîrî ya Mem û Zîn bi alîkariya rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî li Hewlêrê li salona rewşenbîrî û bi amadebûna hin nivîskar û rewşenbîrên kurd ve duyem festîvala wêje birêve bir û xelata sala 2021ê ya festîvalê jî ji nivîskar û roman nivîs Jan Dost re hate dayîn.  

    Rewşenbîrê Kurd yê navdar Cegerxwîn di salvegera koça wî ya 37an de li Qamişlo hate bibîranîn. Roja 22-cotmehêli bajarê Qamişlo hejmarek ji nivîskar û helbestvanên Kurd bi bûneya salvegera Koça dawî ya seyîdayê Cegerxwîn Serdana gora wî kirin.