Share |

nûçe

Cemîl Horo û Bavê Selah du dengbêjên herêma Çiyayê Kurmênc (Efrînê) ne û li seranserî Kurdistanê navdara in, li bajarê Bonnê xelata “Cemîl Horo û Bavê Selah ji bo Afrandina Hunera Kurdî” hate damezrandin.

Li bajarê Duhok ê herêma Kurdistanê, 6mîn Filmefestîvala Navneteweyî dest pêkir, ku wê 7 rojan dirêj bike, ji 20 Cotmehê ta 27.   Wê 105 fîlm beşdarî festîvalê bibin, û di dawiya wê de wê xelat li fîlmên serkeftî bên belavkirin.  

Siyemîn festival filîmên navneteweyî Silêmanî bi dabeûkirina xelatan bi dawî hat  di roja sêşemê 16-10-2018`an, li bajarê Silêmaniyê paytexta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê, siyemîn festival filîmên navneteweyî Silêmanî bi dabeşkirina xelatan re karên xwe bi dawî kir.  

 Li bajarê Amûdê yekemîn pêşangeha pirtûkan hate vekirin, tevî asta kêm a beşdarbûna sazî û nivîskaran, lê hejmareke mezin ji welatiyan serdana wê dikin. Berpirsên pêşangehê aşkere dikin, îsal bi navî nivîskar Tewfîq el-Huseynî ye, her sal dê pêşangeh bi navê nivîskarekî be.  

Alboma nû ya Hunermendê Kurd Abbas Ahmed bi navê Sê Zarok ji behrem û weşanên ARTA FM . ku ji 9 Strana pêk tê. Niha ev behrem li bazarên rojavayê Kurdistanê peyda dibe. Hûn dikarin li ser vê lînkê guhdar bikin.     https://www.youtube.com/user/artafmvideos

Bi navê bi taybetî Komîteya Nivîskarên Jin; Komîteya Birêvebir a Giştî û endamên Navenda PENa Kurd, ji bo bidestxistina xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2018’an, em bi dilxweşî, şanazî û pîrozbahiya xwe radigihînin çalakvana mafên jinan a kurd, Nadiya Mûrad.

Hezkiriyên hunera kurdî! Hezkiriyên hurdu dengbêjên rehmelê Cemîl Horo û Bavê Selah! Em îsal, roja Şemiyê, 20. 10. 2018 an, wek cara pêșîn li Ewropayê bi helkeftina salvegera koçkirina herdu dengbêjên naskirî yên Çiyayê Kurmênc ( Kurdax ); rehmelê Cemîl Horo û Bavê Selah ahengekê li dardixînin.

  Keça Kurd ya Êzdî Nadya Murad ligel pizîşkê qurbaniyên destdirêjiya sêksî li Kongoyê (Denis Mukwege) xelata Nobel ya Aştiyê ya 2018 wergirt

Pêşangeha pirtûkan li Amedê didome û di çarçova pêşangehê de gelek bernameyên kultûrî jî çê dibin ku yek ji wan pêşbirka helbestan Arjen Arî ye.   Di pêşbirka 5'emîn de Nameya Şîn a Emerîkê Sedîqe bû yekem.   Herwisa jiber xizmetên mirovahiyê xelata rûmetê dan Yektiya Bijîjkên Tirkiyê (TTB).  

Fîlmê “Zagros”ê ku bi hevkariya Kurdistan û Belçîkayê hatibû çêkirin, di “Festîvala Fîlman ya Ostend”ê de xelatên “Fîlmên herî baş” û “Senaryoya herî baş” standin.  

    Romana dîrokî ya Fêrgîn Melîk Aykoç bi navê "Serwerê Med Aştiyago" ji nav Weşanên Ar derket    „QESRA ROJÊ“ (qesra Medan) çi hebû? Serwerê (qiralê) Med Aştiyago (Astiyages / Îştumego /Îştumemgo) Kî ye? Nebe „Memê Alan“ bixwe be ? Keyxatûn Alyanis (Zeine Alyanîs) a keça Alyattesê II yê serwerê Lidya bû, kî bû?

  Helbestvan Ciwan Nebî ji sala 2006'an ve ta roja îro, siwarê helbesta xwe ye, ku bi xebatên xwe yên berfireh karîbû şêwazê helbesta xwe cîbicê bike di wêjeya kurdî de li Rojavayê Kurdistanê.  

Mihemed 'elî Etrûşî, sînemakar û rojnamevanê kurd roja 2-9-2018  bi egera kirîza dil   çû ser dilovaniya xwedê Hunermend mihemed 'elî Etrûsşî,   roja 2-9-2018 êvarî se’at 19 bi bi egera kirîza dil     çû ser dilovaniya xwedê û li goristana şaxkê ya bajarê Dihokê hate veşartin

    Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî bi romana xwe ya bi navê “Navê Min Azad e” hêjayî Xelata Akademîk a Taybet UNESCOyê hat dîtin.  Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî di romana xwe de behsa çîroka rasteqîn a malbatekê ku piştî komkujiya Helebce neçarî ji Kurdistanê koçber bûye, dike.

  Di pişbirka çandî de ya wezareta çandê li Birlînê ya sala 2018'an, helbestvan û wergêr Ebdulqadir Mûsa xelatek wergirt li ser piroja xwe ya bi navê "Serê Penaber û Palgeha Xewnan ya Vecinqî." Ev pişbirka çandî ji bo nivîskarên ku ne bi zimanê Elmanî dinivîsînin û li Berlînê dijîn.

Kongreya Matematîkarên Navneteweyî vê carê Madalyeya Fiedels a Matematîkê dan kurdekî rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Koçer Bîrkar. Kongreya Matematîkarên Navneteweyî her çar salan carek li dar dikeve. Vê carê li Rio de Jenerio ya Brezîlyayê li dar ket. Di her kongreyê de Madalyeya Fiedels didin 2, 3 an çar kesên di bin temenê 40'î re. Ev xelat wekî Nobela matematîkê tê hesibandin.

  Gotina Kurdî bi reh û koka xwe bi kelepûra xwe ve girêdayî ye û li ser wê bingehê her rengên wêjeya Kurdî hatiye damezrandin. Zimanê Kurdî di paxilên dayikan de mezin bû û ji wendabûnê parastî ma. Her bajarekî Kurdî bi awayekî xwe parast.

Hunermend û muzîkjenê navdar ê Kurd Dilşad Seîd roja 19-06-2018an bi merasîmeke fermî di warê muzîka Kurdî de ji Zanîngeha Mozart a li bajarê Salzburg ê welatê Awusturyayê (Nemsa) bawernameya doktorayê wergirt.

Hunermend Sefqan Orkêş bi deng û awazên xwe yên taybet, karîbû cihê xwe di nav hunera kurdî de bigre û dengê xwe bighîne her deverekê ku Kurd lê dijîn.

Pirtûka nivîskarê Kurd ê navdar Şêrko Bêkes a bi navê Geliyê Perperokan ji bo zimanê Îngîlîzî hat wergerandin.   Pirtûka Geliyê Perperokan a Şêrko Bêkes li ser jenosîdên Enfal û Helebçê ye. Ev pitûka nivîskarê navdar ê Kurd bi navê Butterfly Valley (Geliyê Perperokan) ji bo zimanê Îngîlîzî hat wergerandin.  

Cîgirê Hevserokatiya Yekîtiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, Hunermend Salh Osê (63) roja pênşembê  7-6 di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da.   Hunermend Selah Osê di sala 1955'an de hate dunyê. Ji şêniyên gundê Til Şeîr a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye. Di malbatek oldar û welatparêz de hate dinê.Jiyana xwe ji bo pêşxistina folklore û çanda kurdî da.

Hunermendê navdarê Kurd Delîl dîlanar rêze konsert li  Herêma Kurdistanê (Silêmaniyê -Hewlêr- Dihok – Zaxo-Soran)saz kir, û bi beşdariya welatiyên her çar perçên Kurdistanê kpnsertên wî bi balkêşiyek mezin bi serketin.   Hunermend delîl dîlanar, xwediyê staylekê taybete bi xweve, ew hunermende bêhtir kar li ser sitranên folklorî dike û bi sitaylekê nû dibêje.

Hunermenda Kurd Rojîn elbûmeke xwe yê nû ji kompaniya xwe RBI bi navê "Rojîn 2018" derxist.   Her weha Rojîn gotibû ku elbûm ji 9` stiranan pêk tê û ku stiranên Kurdî û Turkî û Zazakî tê de hene ,dest nîşan jî kir ku ji ber ku dixwest ku stiranên wê ruhê wê nişan de xebat zêdetir bû û kar li ser elbûmê xwe dikir da ku serkeftî derkefe.