Share |

Rojnamevanê çalak û jêhatî Kamîran Mer’î koça dawî kir (sersaxî)

Kamîran Mer’î

Rojnamevanê bin nav û deng Kamîran Mer’î  ji egerê nexweșiya Korona yê li nexweșxaneyke bajarê Hewlêrê li êvara roja çarșembê 30-10-2020 canê xwe ji desta .

 Bi bihîstina  vê nûçeya xemgîn em wek dezgha Sema a çandî û hunerî sersaxiyê ji malbat û dost û mîdyekarên kurd re dixwazin . jı ber destdana rojnamevanek wekî kamîran xisareke mezine bû û stûneke bilind bû di asîmanê ragihandina Kurdî de bû û wê her cihê wî û șûna wî wê xuya be.

Xwedê sebir û hedanê bide malbata wî. û em ji xwedayê dilovan dixwazin ku cihê bihușt be . ( em ji xweda hatin û disa vegerin xweda)

Dezgeha Sema a çandî û hunerî

Hewlêr 1-10-2020

Rojnamevan Kamîran Mer’î ji daykbûyê bajarê Dihokê ye li setelayta Kurdistan tv bi bernama (Mêrg û çîmen ) gelek li herçar perçên Kurdistanê bin av û deng bû û di gelek dezgehên ragihandinê kar dikir û berî ku nexweș bikeve ragihandibû li ser rûpela xwe ku ewê vegerê Kurdistan tv û bernamak civakî û henerî pêșkêș bike.