Share |

Diyarnameyê serkeftîtirîn klîba salê ya 2020an hilbijartiye

Juriya ku ji 20 kesan pêk hatiye, ji bo malpera diyarname.comê serkeftîtirîn klîba salê ya bi kurdî hilbijartiye. Li gorî hilbijartina jüriye, serkeftirîn klîb, “Nazê Nêrgiza Hewşê” ya Hunergeha Welat e.

Malpera diyarname.comê "serkeftîtirîn klîba salê ya bi kurdî hilbijartiye.

Malperê ji 20 navan juriyek ava kiriye ku di nava wan de rojnameger, şangorer, nivîskar, sînemager û lêkolînerên muzîkê hene. Vê juriyê ji nava 21 klîban klîbek hilbijartiye ku edîtorên diyarname.comê ew klîb diyar kiribûn.

 

“Nazê Nêrgiza Hewşê” bûye “klîba salê”

Endemên juriyê klîba Hunergeha Welat a bi navê “Nazê Nêrgiza Hewşê” hilbijartiye. Ji 20 endamên juriyê 11 kesî deng daye vê klîbê.

Klîb di 23yê Gulana 2020an de li Youtube bar kirine. Li ser hesabê fermî yê Hunergeha Welat heta niha 5 mîlyon û 100 hezar carî lê temaşe kirine. Med Musîcê jî heman klîb li ser hesabê weşandin; li wir jî nêzî mîlyonek carî hatiye temaşekirin. Her weha gelek kesên din ev klîb li ser hesabên xwe weşandine û li wan hesaban jî bi deh hezaran caran hatiye temaşe û guhdarîkirin.

Şêro Hindê gotinên stranê nivîsandine û Şervan Badînî stran bi forma acapellayê xwendiye. Klîp bi hevkariya endamên Hunergeha Welat û Komîna Film a Rojava hatiye amadekirin.  

Ji 21 klîbên ku edîtoran diyar kirine, klîba hunermend Rewşan Çelîkerê ya “Gulê” bi 5 dengan bûye duyemîn. Klîba Xêro Ebasî ya “Biçûkê Canê” 2 deng wergirtine. Klîba “Fincan” a Zelal Gokçeyê û klîba “Xewna Giran” a Tara Mamedovayê jî yek dengek wergirtine.

 

Endamên juriyê

Endamên juriyê yên ku deng dane ev bûn (li gor rêza alfabetîk hatine rêzkirin):

 

Abdurrahman Gok (Rojnameger, MA), Aram Dildar (Sînemager), Bîlal Guldem (Rojnameger, MA), Berfîn Zenderlioglu (Şanoger), Berfîn Emektar (Şanoger), Cemîl Oguz (Rojnameger, Diyarname), Ferîd Demîrel (Rojnameger, Bianet), Gulgeş Deryaspî (Nivîskar), Krîstîn Ozbey (Nivîskar, Diyarname), Îbrahîm Halîl Baran (Nivîskar, helbestvan, dîzaynkar), Îbrahîm Bulak (Rojnameger, Yenî Ozgur Polîtîka), Maşallah Dekak (Rojnameger, Rûdaw), Mewlut Oguz (Rojnameger, Edîtorê Kovara Ziryabê), Mutlu Civiroglu (Rojnameger, Dengê Amerîka), Rahmi Batur (Rojnameger, Nivîskar), Rêbîn Ozmen (Edîtor), Rûmet Med (Edîtorê Sînemaya Serbixwe), Şengul Ogur (Nivîskar-edîtor), Zekî Ozmen (Sosyal Pedagog, Rojnameger, Diyarname), Zeynep Yaş (Lêkolînera Muzîkê).

 

(FD)

 

*Çavkanî: Diyarname