Pêşangeha Pirtûkan a 8 emîn ya Diyarbekirê bi hevkariya Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê û TUYAP ê hat vekirin. Pêşangeh di navbera 30ê Mijdarê- 8ê Kanûnê de li Navenda Kongre û Pêşangeha Navneteweyî ya Mezopotamyayê vekirî be.
Pêşangeha Pirtûka ya Diyarbekirê ya 8emîn dest pê kir. Pêşangeh, wê mazûvaniya 216 weşanxane û bi sedan nivîskaran bike. Ji 216 weşanxaneyan 400 nivîskar beşdarî pêşangehê dibin. Yek ji hêmanên balkêş ên pêşangehê ew e ku bi giranî weşanxaneyên ku bi kurdî weşanê dikin hene. Nêzikî 30 weşanxane û 100 nivîskar jî ji Dîyarbekir û herêmê, yê ên kurdî ne.
Welat Ektîrîcî: “Nivîskar û xwendevan ewê werin cem hev. Sihbet bikin, tişten ku meraq dikin ewê rubiru pirs bikin û bikevin têkîlîyeke xweş. Bawer im ku bi sed hezaran gel bên pêşangehê.”
Xwendevan wê derfetê bibînin ku bi nivîskarên xweyên bijare re bicivin, pirtûkên xwe îmze bikin û beşdarî sohbetên xweş bibin. Di roja yekem a pêşangehê de eleqeyeke mezin çêbû. Pêşangeh dê 9 rojan mêvandariya gelek çalakiyan wek standên pirtûkan, danişînên xweser, hevpeyvîn û panelan bike.
Weşanger Suleyman Çevîk: “Pêşangeha Dîyarbekirê ji bo weşanxana û nivîskara geek girîng e. Em her sal ji bo vê pêşangehê xebatek bi taybetî dikin û pirtûkên nû amade dikin. Di nav 2 mehên dawî de me nêzikî 20 pirtûkên nû çap kirin.”
Nivîskar Salîh Cemal: “Pêşangeha sala ku çu bi coşek mezin derbas bû. Hêvî dikim ku ev sal jî bi coşek mezin derbas bibe. xebatên min li ser dîroka Kurda, li ser Lozanê, li ser Şêx Seîd, li gorî belgeyên Fransî û İngîlîzî ne. Bûyer çawa qewimî, Şerê cihana yek emîn min di pirtûka xwe de amade kir.”
Diyarbekir (K24)