Şeşemîn pêşbirka xwendina helbestên Kurdî li navçeya Koser a parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdariya 30 xwendekarên dibistana navîn û hejmareke mezin ji welatiyan hate lidarxistin.
Kurekî 11 salî yê bi navê Dalal Kan Demir di pêşbirkê de pileya yekem bi dest xist.
Pêşbirk ji aliyê Dibistana Navîn a Zargan ve hate organîzekirin, ku tê de xwendekarên ku vebijarkên zimanê Kurdî dixwînin jêhatîyên xwe yên xwendina helbestên Kurdî li ser dikê nîşan dan û bala temaşevanan kişandin.
Omran Altınkılç, yek ji endamên komîteya nirxandinê, got, "Xwendekar pir jêhatî bûn, ji ber vê yekê carinan ji bo me hilbijartina kesê yekem pir dijwar bû."
Di heman demê de, Midûrê Dibistana Navîn a Zarganê Tarık Yılmaz got, "Em vê pêşbirkê salane li dar dixin û li gorî şiyana xwe em ê berdewam bikin. Armanca me ew e ku di salên pêş de vê pêşbirkê li hemû navçeyên din û parêzgeha Mêrdînê berfireh bikin.
Mamosteya zimanê Kurdî Dalal Kan Demir, ku çavdêrê xwendekarê yekem bû, kêfxweşiya xwe bi vê serkeftinê anî ziman.
Ev çalakiya çandî piştî pêşkêşkirina çend stran û muzîk û reqsên Kurdî ji hêla beşdaran ve bi dawî bû.
Nûçe tv