Hunermendê û dengbêjê Kurd Necmedînê Dêrikî li navçeya Dêrikê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji ber kirîza dil di 74 saliya xwe de koça dawî kir.
Dêrikî tevî destwerdana bijîşkan a ku nêzî 2 saetan ajot jî nehate rizgarkirin û roja 15 mijdarê li dora saet 12:00an koça dawî kir.
Piştî karûbarên nexweşxaneyê Necmedînê Dêrikî li Taxa Kanyagûzê li Goristana Seydayê Mele Hesen bi beşdarbûneke girseyî hate veşartin.
Necmedînê Dêrikî wekî dengbêj û hunermendê muzîka gelêrî di nav civaka muzîka herêmî de dihate naskirin.
Necmedînê Dêrikî ku xelkê Dêrikê bixwe bû, salên dirêj xizmeta huner û çanda Kurdî kir.
Ew bi taybetî bi stranên xwe yên wekî “Gundo”, “Ezoyê Adem”, “Sosinê”, “Pakbûna te” û “Ax Dêrik” dihat naskirin û wî bi van stranan di dilê miletê xwe de cih girtibû.