Share |

Hunermend Ebdo Elanê … Nizar Yosif

Hunermend Ebo Elanê ew yekemîn hunermendê herêma Botanê ye,yê ku stirana devikî li amûretê siwar kirî.Yek ji aferînerên hinerê stiranê ye.Zelabînek di şêwe yê xwendina wî de heye.Bi harmoniyê dengê xwe hişt guhdarvan in stirana devikî,

tiştek taybet bi bihîzin, stiran û mûzîkê bi hev re bi nûşin û bi pejirînin.Ji dawiya salên 60î û hirde aferînerek yê stirana  kurdî ye.Çêjek taybet di stiranên wî de peyda di be govend û dîlan li ber têne kirin ,û bi rewan jî di civatan de lê tê guhdar kirin. Vî hunermendê hosta bi nazikî xwe berda ye nava hestên guhdaran,û xweşî bi wan re par kiriye.Li ser Erebeyek paqij sê teker cil û pêdivi yên mal û jinan di cadeyên Dêrika Hemko de di gerandin.Nîvdanek yê rojê bazarvanî yê ve mijûl di bî, xwe û malbat pêy xwedî dikir û nîvê dîtir hêz dida karê hinerî.

Bi dehan stiranên nuh çêkirine,gelek hunermend wan berhemên wî yên nemir di xwînin (ya elah cîranê cîranê- narînê hey narîn-were were esmer xan,,,,,,,,). Dengê Ebdo Elanê di dezgeha( Radio) Bixda yê de bi zengilî di hate bihîstin, bi seyr di hate heskirin.

Têlên cimbiş a Ebdo Elanê bi tilî û dengê xudanê xwe bi nexşek xweser dengvedan didan.Sîmê aferînê li ser civakê de di weşand.Piştî Ebdo ji başorê rojava yê kurdistanê ( Dêrika Hemko) koçberî bakorê kurdistanê bî(Cizîra Botan)bandorek baş li ser hunerê Cizîrî yan lehîst, û gelekan şêwazê wî şopandin.Piştî koçkirina wî ji cîhanê gelekan berhemên wî bi navê xwe weşandin,mixabin ev tişt di nava me kurdan de bûye adet.

Mixabin ev hunermend dûrî ragihandinan û gotegotan û şîroveyan ma ye,lê ew xwe bi kesayetiya xwe ya hinerî liviya ye xwe anî û daniye di nava hestan de û ser zimanan. Her çax û her dem mirov di şê wî bi bihêz e û pêy re şahiyê bi gire.Ebdo Elanî bi vê keda mezin  hunermendek nemire, ji dewlemendiya herêmên Botanê zîl daye, sembolek yê hinerê deşta wê ye li Dêrika Hemko şax daye.

Bi hezaran gulên sor û zer diyarî gora te bin li Cizîra Botan,di nava dilovanî yê de raz e.   

28,04,13