Share |

Çapa duyem ya pirtûka “Serê Şevê Çîrokek “ ya nivîskarê Kurd Selim TEMO derket

Çapa duyem ya pirtûka “Serê Şevê Çîrokek “Selim TEMO ya bi navê Serê Şevê Çîrokek ji Weşanxaneya ya DARAyê derket.

 

Li ser hatiyê nivîsandin :

De werin delalokên malan, va ye wêne hene di pirtûkê de. Bîhna kulîlkên welêt difûrin ji pirtûkê. Derî hene ku berê wan li asîmanî ne. Mêrgên heşîn hene. Heywan hene. Deryayên şîn hene. Çiyayên rengîn hene.

 

Îcar kerem bikin û serê her şevê çîrokekê bixwînin yan jî guhdarî bikin ku xewnên we bi kurdî bin. Di nav xewnên xwe de bi aramî bigerin. Bila her şeveke we bi çîrokekê binexşe.

 

12 Navdar

12 Klasîkên cîhanê

12 Helbest

12 Destanên kurdî

318 Çîrok

 

Edîtor: Cumhur Ölmez

Wênexêz: Halit Siyar - Sadık Hangül

Dîzayna Bergê:  Şener Özmen

Ebat: 19*27

 

Xewn û çîrok bi Kurdî xweş in.

 366 xewnên bi kurdî: Serê Şevê Çîrokek di gel Berga Taybet yê bi cild û rengîn