Share |

Çapa taybet a Avesta derket

 

Çapa taybet a Kitêba Pîroz a Zerdeştiyan di nav weşanên Avesta de derket. Avesta berî bi du mehan çapa normal a kitêbê derxistibû. Di çapa taybet de du çerm hatiye bikaranîn, çermê duyemîn di rengê çermê gê de ye û beşek ji Avesta, bi alfabeya orijînal bi yaldiza zêrîn li ser hatiye nivîsandin.

 

Avesta, Kitêba Pîroz a Zerdeştiyan,  yek ji berhemên herî bi prestîj e di dîroka nivîskî a şaristaniya mirovahiyê de. Di nav hezar salan de kitêbên Avesta ji nû ve hatin nivîsandin, wergerandin û ji nifşekî derbasî nifşê din bûn.

Wergera Avesta a ji bo zimanê tirkî ji aliyê Fahriye Adsay û İbrahim Bingöl ve hatiye kirin û mamosteya Unîversîteya Göttingenê Xanna Omerxalî pêşgotineke dirêj bi navê Zerdeştî û Avesta nivîsandiye. Kitêb tev de ji 5 beşan pêk tê: Vendidad, Visperad, Yasna, Parçe û Xord Avesta...

Li gorî lêkolînan Avesta berî mîladê bi hezar salî bi herfên zêrîn li ser çermê ga hatibû nivîsandin. Di dema dagirkirina yewnanan de gelek jê winda bûn, li gor ku tê gotin Iskenderê Mezin berî mîladê 330, ew şewitandiye.

Wergera tirkî ji wergera ingilîzî a James Darmesteter ku di sedsala 19an de di nav weşanên Oxforde de di koleksiyona bi navê “Sacred Books of the East” de çap bûbû, hatiye kirin.

Çapa “pir taybet” a Avesta jî di rojên Newrozê de çap dibe...

 

AVESTA
Zerdüştilerin Kutsal Metinleri
(özel baskı)
Önsöz: Zerdüştlük ve Avesta / Xanna Omerxalî

İngilizceden çevirenler:
Fahriye Adsay&İbrahim Bingöl
ISBN: 978-605-5585-52-5

Çift şömiz, kutu, deri cilt
25x15.5, 480 sayfa, 80 TL