Share |

Îsa Hesen- Huner Baştirîn Nasname ye Bo Gelê Kurd Di Welatên Biyanî De

 

 

 

 Îsa Hesen di sala 1970'an de li Beyrûtê- Libnanê  ji dayik bû.

Li wir biçûkaniya xwe qedand di nav maleke kurdperwer de jiya û di sala 1982'an de di Rêxistina Kurd ên Beyrûtê de di nav  koma wê ya folklorî cih girt.

Hesen di sala 1984'an berê xwe da  Fransa û li wir jiyana xwe biserî kir û xwe da nasîn mîna hunermendekî kurd.

li wir bû endamê koma folklor ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê , û bi wan re çû çend welatên din û çalakî li darxistin mîna Îtalya û li Holenda .     

Di sala 1988'an de bû endamê Koma Zozan, ku bandoreke baş li ser karê wî kir.

Îsa di warê muzîkê de ji kesên taybete ku bi awayekî nû mûzîka kurdî ya folklorî da xwendin bi têklbûna wê bi muzîka flamenko û jazz ya rojavayî .

Hîna Îsa li Parîsê dijî û kar û xebatên xwe li ser mûzîkê dike bi hostayî û dilê hezkirê xwe xweş û geş dike , di bin baweriyên wê ku mûzîk û huner dikarin mirovan nêzîkî hevdû bikin bêtir ji şer û cengê ve.               

 

Berhemên Îsa:

 

Di sala 1995'an de albûma wî ya yekem bi navê Gulînar derket .

 

1995 - Gulînar

 

2000 - Ballade kurde à Seville  

 

2000 - Tooting Broadway

 

2001 - Art du bouzouk

 

2005 - La cinquième saison

 

2008 - Kurdomania

 

2012 - so bouzouk

 

Luqman Ehmed- http://www.dengeamerika.com/content/article/2986184.html