Share |

Şêwekara Kurd Semer Dirêî di 46 Salîya Xwe de li Almanya Mir

Şêwekara Kurd Semer Dirêî
Şêwekara Kurd Semer Dirêî

Şêwekara Kurd Semer Drêî roja Pêncşemê ya 31'ê Tebaxê jiber nexweşîyek dûmdirêj di nexweşaneyekê de li Almanya jîyana xwe ji dest da.

 

Şêwekar Semer yek ji hunermendên jin yên Kurd in ku bi xebatek bêhempa karîbû cihê xwe di nav civata şêwekarî de bigire û ronîyê bikşîne ser kar û berhmên xwe, ne tenê li nav civata Kurdî lê belê li nav bîyanîyan jî.

 

Ew di sala 1977'an de li bajarê Helebê, Sûrîyê ji dayik bûye.

 

Keça hunermendê Kurd yê naskirî Ebdulrehman Dirêî ye- ku ji bajarê Amûdê ye û li Helebê bicî bibû.

 

Semer li ber destê bavê xwe û di nav civata hunermendên derdora wî fêrî stran û hezkirina hunerê bû.

 

 

Wê wênesazîyê li Fakulteya Hunerên Bedew li paytexta Romanya Bucharest xwendîye û bawernameya masterê di felsefeya hunerê de wergirtîye û paşê doktoraya rexneya hunera felsefî jî ji wir wergirtîye.

 

Semer di Festîvala Fîlman a Navdewletî de li Agadir Mexirbê wek yekem hunermenda Sûrî di 2013'an de hate xelat kirin.

 

Herwiha jî li Tûnisê, li bajarê Mahres, beşdarî Foruma Hunerî ya Navdewletî salên 2013, 2014’an bû.

 

Ew hate xelatkirin di Festîvala Afirînerî ya Welat de sala 2006'an de li bajarê Helebê, Sûrîyê.

 

 

Herwiha di festîvala zindî de (nîgarkêşana ser laş) di Bucharest Buddy Painting de ya sala 2006’an cîhê duyemîn bi dest xist, wekî din jî beşdarî li bajarê çalakîya hunerî li Amedê bû di sala 2015’an de.

 

Wê pêşangeheke takekesî li Hewlêrê di sala 2013’an de vekiribû, û di heman salê de jî pêşangeheke takekesî li Duhokê vekiribû.

 

Semer bi deh pêşangehên takekesî li Bucharest, paytexta Romanya, vekiribû.

 

Jiber nexweşîya wê ya dûmdirêj di roja Pêncşemê de li Almanya jîyan xwe ji dest da.

 

 

dengeamerika