Share |

“Êş”a Gadamer ji Avesta bi kurdî derket

Kitêba Gadamer a bi navê “Êş. Nirxandinên Tibbî, Felsefî û Terapôtîk Li Ser Diyardeyeke Bingehîn” di nav weşanên Avesta de derket.

Hermeneutîka felsefî ya Hans-Georg Gadamerê ku di destpêka sedsala bîstan de çêbûye û ew seranser jiye, helbet ne bendkirî ye bi metnan û jiyana akademik ve, lê felsefa fêmkirinê ji ber karakterê xwe yî ji ser disîplînan re, bi jiyanê bi xwe re têkildar e. Yek ji xalên vê nîvenda tekildarbûnê ye tenduristî û jiyana bi êş wek der-vekişandina tenduristiyê. Konferansa li ser “Êşan”, ku hatiye lidarxistin roja 11ê Mijdara 2000an ji aliye Klînîka Ortopedî ya Fakûlta Tibbê ya Zanîngeha Heidelberg, goşeyên cuda yên dîtinan anîn ba hev. Provokasyona li konferansê, êş weke sparteka daîmî tayîn dikir. Hevpeyvîna Gadamer wek axaftina wî ya serbest û zindî di vê metnê konferansê de rast tê li ramanên bi lênêzbûnek ji goşeya tıbbî û terapôtîk ber bi diyardeya “Êş”ê ve, ku jiyana janbar eve di benda navdisîplîniyê de ne tenê digihe şîroveyên cuda, lê herweha tê zimanên dinyayên-pevrejînê, mîna wan her du zimanên dûr ji girêka mervatiyê, lê cîran ku vedikişin ji zihniyeta mînander û neha jevcihê didine herikandin êşên bedenî yên jiyanê ji jana jînlaşê heyatê re.

 

Hans-Georg Gadamer - (1900 Marburg - 2002 Heidelberg)

 

Li bajarê Breslau mezin bûye, bavê wî yê ku wek pêşengek di nav xwezazanyarên alman de tê dîtin li wir di beşa kîmyayê de ders didan. Li dijberî karûbarên bavê xwe, wî bala xwe da zanistiyên çandê. Lîse di sala 1918an de qedand; pêşî li Breslau, pişt re li Mûnîh û Marburgê perwerdeya zimanê almanî, dîrok, fîlolojî, dîroka hûner û felsefê wergirt, ku bo veqezenckirin û veguhastina tecrûbeyên ramanên yewnanî yê antîk, bi taybetî hînbûna fîlolojiya klasîk di bin çavnêriya Paul Friedländer, bingeh bû. Di sala 1922an de doktora felsefê da bi teze xwe yî şewirmendê wê Paul Natorp ku pêşengê ekola neo-Kantgir e. Bêtir ji vê meyla neo-Kantgir, rênîşander bû ew rasthatina wî li hermeneutîka liwirbûniyê (Hermeneutik des Daseins) ya Martin Heideggerê ku piştî salekê hatê bajêr ders bide. Wisa li ba Heidegger, wî tezê xwe yî habîlîtasyonê di sala 1929an de nivîsand. Gadamer heşt salan wek doçend kar kir û di sala 1937an de bû profesor. Gadamerê ku di navbera 1937 û 1947an de di beşa Felsefê de li Zanîngeha Leipzigê ordînaryûs profesor bû, ji 1947an heya 1949an li Zanîngeha Frankfurtê û wek peyrewê Karl Jaspers ji 1949an heya teqawîtiya wî ya sala 1968an li Zanîngeha Heidelbergê ders dan. Ji 1985an pê de, tevberhemên wî yên dor 10 cîldan ji aliyê weşanxaneya M. Siebeck (Tübingen) ve hatin çapkirin. Ew, bi berhemên xwe layiqî gelek xelatan bû.

 

Ağrı. Bir Temel Fenomene Dair Tıbbi, Felsefi ve Terapötik Değerlendirmeler

Êş. Nirxandinên Tibbî, Felsefî û Terapôtîk Li Ser Diyardeyeke Bingehîn
Hans-Georg Gadamer

Almancadan Çevirenler / Wergera ji almanî: Kamile Kaş Keskin - Mesut Keskin

ISBN: 978-605-5279-39-4
13x19.5, 104 sayfa, 10 L
www.avestakitap.com
https://www.facebook.com/wesanenavesta
https://twitter.com/avestayayin