Share |

“Dilop” berhema nû ya hunermend Yekbûn

 

“Dilop” navê berhema nû ya hunermenda ji Bakurê Kurdistanê Yekbûn e, ku dema 4 salan li Almanyayê kar li ser kiriye.

Derbarê berhema xwe ya nû de, Yekbûnê ji Rûdawê re got: “Ev berhem, ku ji amadekirin û derhênana min e, ji 15 stranan pêk tê û 5 stran jazz in, herwiha sê stranên Miradê Kinê û govendê tê de hene.”

Yekbûnê herwiha got: “Albûma Dilop li Kurdistanê li ser erkê Vîn Production û li Tirkiyeyê jî li ser erkê Saz Plak hatiye çapkirin.”

 

Hewlêr (Rûdaw)