Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê di roja Çarşemê di 22ê Nîsanê de saet 19.00an bi beşdariya nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek hunermendan li Muzeya Bajêr a Qonaxa Cemîlpaşa bi resepsiyonekê hat vekirin. Di vekirinê de ku axaftinên Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun û Serokê ITIyê Jessica Kaahwa cih girtin.
Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê di navbera 22'ê Nîsanê û 2'ê Gulanê de dê 10 rojan bidome. Bi beşdariya komên şanoyê yên ji 19 welatan, 22 lîstik wê werin pêşkêşkirin. Bername bi panel, atolye û hevdîtinên hunermendan dewlemend dibe.
Lîstikên şanoyê piranî li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê tên pêşkêşkirin. Hemû çalakiyên festîvalê belaş in û bilêt bi rêya serlêdana 'banbilet' têne girtin.
Kordînatorê Festîvalê Berfîn Emektar di vekirinê de axivî û spasiya beşdaran kir; ewê diyar kir ku di nava 10 rojên festîvalê de gelek lîstikên cuda wê werin pêşkêşkirin.
Beşdariya ji 19 welatan
Komên şanoyê yên ji 19 welatên wekî Îtalya, Swîsre, Îran, Sûriye, Tûnis, Erebistana Siûdî, Filistîn û Ukraynayê dê heman şanoyê parve bikin. Festîval armanc dike ku bi rêya hilberîna hunerî di navbera erdnîgariyên cuda de diyalog were sazkirin û pêwendiyên çandî werin xurtkirin.