Share |

Ahmet Kaya xelata sala 2013an wergirt

Hunermendê navdar ê Kurd Ahmet Kaya hêjayî xelata 2013an a Serokkomariya Tirkiyê  ya çand û hunerê di beşa muzîkê de hate dîtin.

 Xelata mezin ya çand û hunerê salane ji aliyê serokkomariya Tirkiyeyê ve pêşkeşî hunermendekî/e hêjayî vê xelatê tê kirin.

 Bi sedema ku  “Bi muzîk û şiroveyên xwe kariye gelek nêrînên cuda bîne cem hev” di beşa muzîkê de Ahmet Kaya hêjayî xelata navborî hate dîtin. Xelata Ahmet Kaya ji aliyê hevsera wî Gulten Kaya ve hate wergirtin.

 Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul  di axaftina xwe de derbarê Ahmet Kaya  de gwiha axivî: 'Dema em dîrok û siyaseta xwe ya nêz di ber çav re derbas dikin,  gelek êş, xeletî  û gelek xemgîniyên ku em pê re jiyane dibînîn. Tişta giring ew e ku  mirov hebûna  xeletiyan bibîne. Lê divê hemû welatiyên Tirkiyeyê bikarin bi awayekî azad  û rihet xwe îfade bikin û biaxivin. Pêwîst e hemû hewldanên mirov ji bo welatekî wiha be.”

 Piştî axaftinên Gul,  xelat hatin pêşkeşkirin. Xelata Ahmet Kaya ji aliyê hevsera wî Gulten Kaya hate wergirtin.

 Gulten Kaya di merasîmê de axivî û got: “Ez vê xelatê ji bo nirxên wî, ji bo yên ku li ser vê xakê jiyan û yên weke wî hatine çewisandin ji bo hemû çandên kevin di kesayetiya hevserê xwe de weke silaveke  wefayê, silaveke bi rûmet bê zanîn û ji bo gotina ’aleykumselam, ji me jî merheba’ bêjim hatime.”

 Ahmet Kaya hunermendekî  navdar ê Kurd bû ku ji ber helwestên xwe yên neteweyî naçar ma Tirkiyeyê terk bike û 16ê Mijdara 2000an li Parîsê di 43 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

BasNews