Share |

Albûma Nû ya hunermend Xêro Ebas ‘Tu’ Derket

Hunermendê navdar yê ji rojavayê Kurdistanê Xêro Ebas Albûma xwe ya bi navê “Tu“ pêşkêşî hezkiryê xwe kir, ev Albûm vê dûmahîkê ji alîyê şirketa Sony Musicê hatiyê amadekirin û belavkirin ji 11 stranan pêk tê, yek ji van stranan bi zaraveya Soranî, yek jê Zazakî û neh stran jî bi zaraveya Kurmancî ne.

Ev berhem piştî demek dirêj ji bedengiyê ji aliyê Xêro Ebas hate derxistin, û bi şêweyekî gelekî pêşketî û gelek mûzîkjenên nav dar li Istenbolê têde pişkdarî kirine.