Share |

Albuma Hunermend Ednan Kerîm a bi navê “Şar” belav bû

Hunermendê Kurd ê bi navûdeng Ednan Kerîm bi hevkariya Orkestraya Nîştimanî ya Çekyayê albumek nû derxist.

 

Albuma Hunermend Ednan Kerîm a bi navê “Şar” di 1’ê cotmehê de li ser Youtubeyê hate belavkirin. Di albuma Kerîm de 8 stran cih digirin tê de 5 helbestên Nalî û 3 helbestên Salim weke stran amade kirine.

Stranên di albuma “Şar/Bajar” a Ednan Kerîm de ji Çamey Nalî, Serçinar, Pîrmesor, Xaneqa, Selamî Dûr, Çamey Salim, Dilî Tengim û Ba Neka Sefer pêk tên.

Hunermend û stranbêj Ednan Kerîm di sala 1963an de li Kerkûkê ji dayik bûye û bi eslê xwe xelkê gundê Jajle ya devera Şarbajêr e. Ji ber siyaseta rejima Baasê ya koçberkirin û Erebkirinê tevî malbata xwe koçî Silêmaniyê kir û li wir ma.

Ednan Kerîm di sala 1985’an de Beşa Hunerên ciwana Zanîngeha Silêmaniyê qedand, piştî ku demeke dirêj li derveyî welat jiyan kir,  vegeriya Herêma Kurdistanê û niha li Silêmaniyê dijî.