Share |

Albuma rock a SÎDAR BÊJE derket!

Dengê ciwan ya muzîka rock a kurdî SÎDAR, bi albuma xwe ya yekem BÊJE derdikeve pêşberî muzîkhezan!

Dengê nû ya muzîka kurdî Sîdar bi albuma xwe ya yekem a ku ji demeka dirêj ve ye bi meraqî li bende tê rawestan û hemû awazên stranan aîdê wî ne, digihîje muzîkhezan.

Hilberînerê albumê Sîdar, aranjorê albumê jî V. Dogan Kayıkçı ye. Album ji alîyê Pelrecordsê ve tê derxistin û ji 9 stranan pêk tê. Ji bilî “Evîna te” hemû berhemên albumê ji alîyê Sîdar ve hatîye nivîsandin û bestekirin. “Evîna te” jî ji berhema Ahmed Arîf ya nayê jibîrkirin “Evîna te ez terk nekirim” (“Terketmedi sevdan beni”) hatîye wergirtin

Ev album bi naveroka xwe lêpirsîna dinyaya ku lê tê jîyîn dike, tenêbûna ferdan û tesîra şer û şidetê ya li ser merivan vedibêje. Kesên ku li derveyî jîyana populer di nav lêgerînekê de ne, ji ber van taybetmendîyan bi hêsanî dikarin xwedî li vê berhemê derkevin.

Qeydên albuma BÊJE li Stenbolê li studyoya Hayyam bi rêveberîya V. Doğan Kayıkçı ji alîyê Kurtuluş Cengiz ve hatîne çêkirin. Edit û miksên albumê jî ji alîyê Alper Gemici ve hatine çêkirin.

Di vê albumê de Mustafa Tarkan Ergün û Ömer Okay bi klavyeyê, Neco Engin bi daholê, Emre Yalçıntaş, Murat Çorak ve V. Doğan Kayıkçı bi gitar û bas gîtaran hevkarîya SÎDAR kirine.

klîba ku ji bo strana navê xwe daye albumê BÊJE ku senaryoya wê ji alîyê Sîdar ve hatîye nivîsandin û derhênerîya wê ji alîyê Şahin Yiğit ve hatîyê çêkirin jî li gel albumê tê weşandin.

Her çiqas ev album bi şeweya rock ku berê jî di muzîka kurdî de hatîye ceribandin be jî bi naveroka xwe ya muzîkî û gotinan ve xwedîyê nûjenîyek e û di qada muzîka kurdî ya alternatif de jî dê bibe xwedîyê cihekî taybet.

Albuma BÊJE ji alîyê Sony Musicê ve tê belavkirin û di demeka kin de, li hemû marketên muzîkê yên tên zanîn, di serî de i-Tunes ji 400 platformên dijîtal yên muzîkê dikarê bê daxistin û li hemû Ewropayê ji ‘Amazon’ û Kurdish Media Shopê dikarê bê peydakirin.

-------------------------------------------------------------------------------