Share |

AWIRÊN EFSÛNÎ... XIZAN ŞÎLAN

 XIZAN ŞÎLAN

 

 

lê lê dilberê

bi sonda hesreta dilê bêsebir

li benda bixêrhatina te me

li danê êvaran

di kolanên te yên kavilbûyî re

derbas dibim

li nav peşkên barana payîzê

bêhna henasa gewriya te

dikişînim nava xwe

bi saya awirên dilê xwe yê perîşan

ferhenga hestên bedena te

dixwînim

hîqehîqa bedewiya kenê te

li zozanên laşê xwe

direşînim

min barê şewata evîna te

li pişta xwe yê xûzbûyî

siwar kiriye

ji kaniya bejna te ya zirav

ava kewserê dinoşim

bi zimanê çaxên rabirdû

melûliya awirên te yên efsûnî

radimûsim

ez di frekansa sewdaya te de

pêl bi pêl dîn û har dibim

te xewa şevên şîrîn ji min dizîn

û roj li min herimandin

li ber gewriya sîng û berê te

serxweş û xemkêş dibim

li hesretkêşiya eşqa te

dilê min yê keserkêş westiya

û hinav li min peritîn

were

bi lezeta lêvên xwe yên hingivî

sînorên bedena min dîl bigire

li firtûneya deryayên balûpal

bibe bendergeha keştiya dilê birîndar

bibe pêvebera helbesta nîvco mayî

bibe kirdeya hevokên şikestok

bibe rengdêra peyvên rengvemirî

di nependiya çirûskên stêrkan de

bedewiya gerdena te ya spî dibînim

li kolanên bajarê dirinde

li şopa siya gavên te

digerim

sal û demsal

di agirê îxaneta rojên te de

tarûmar bûn

ji laşê heyva çardeşevî

wêneya te li asîmanê sayî

dineqişînim

ez qedeha xwe

ji hesreta tunebûna te

dadigirim

û axînên tenetiya xwe pîroz dikim

min

hemû bîletên taya bêrîkirinên xwe

ji rêyên ber bi germa hezkirina te ve tên

birîn û kirîn

 

 

 

                          Xizan Şîlan

                          2010-08-18

                          Stockholm