Share |

Bîranîna 27 ya oxirkirina hunermend Cemîl Horo li Hewlêr

 

Roja 19 Eylûlê, 27 sal di ser  koça dawî ya hunermendê binav û deng Cemîl Hore re derbasbûn. Bi vê boneyê ahingek li Hewlêrê hat lidarxistin di bin çavdêriya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û bi serperiştiya Koma Aramnc Efrîn û sponseriya Nivîskarê Kurd Mihemed Hemo, Karsaz Hesen Şingalî û hejmarek kesayetiyên din.

 Ahing li bexçê Mihemed Hemo li dervî bajarê Hewlêrê hat lidaxistin bi amadebûna hejmarek mezin ji nivîskar û hunermendên Kurd ji Kurdistana Rojava û Başûr.

 Di ahingê de, gotina her yek ji Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan Xalid Doskî, Şêwirmendê Ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê Kîfah Mehmûd, Instituteya Kurdî û hejmarek ji gotarên din hatin xwendin.

 Hunermend Cemîl Horo di 10 Adara 1934 de li gundê  Serîncekê hatiye dinê, ji zaroktiya xwe ve û dest bi sitranbêjiyê kiriye, wekî hemû hunermendê Kurd Cemîl Horo xizmetek mezin ji gotin û sitrana Kurdî re kiriye, Cemîl Horo gelek destanên Kurdî gotine mîne Memê Alan, Fetah Begê, Teyar Beg û Eyşa Îbê herwiha gelek stran çêkirine jî wek Bedo Can, La Bavo, La Lawo û Nayla Can, jibilî hejmrek mezin ji stranên welatperwrî û li ser rewatiya doza Kurd ku ji gotin û awazên wî bûn.

 Cemîl Horo li Kurdistana Bakur û Başûr jî geriya û bi hunermendê binav û deng mîna Eyşê Şan re ahing gerandin. Jiber helwêsta wî ya neteweyî û siranên wî yên mîna Strana Şêx Seîd ji aliyê rêjîmên Tirkiye û Sûriye hatiye zindanî kirin û işkence kirin.

 Cemîl Horo di roja 20 Eylûla 1989 li bajarê Helebê li Sûriyê çû ber dilovaniya Xwedê û termê wî di goristana Henên de li Efrîna Rojavayê Kurdistanê li rex gora lehengê Kurd Nûrî Dêrsimî bi axê hat spartin.

 Hêjayî gotinê ye ku, piştî derbasbûna 27 salan ji koça dawî ya hunermend Cemîl Horo, eve yekemîn care ku ev hunermendê kurd têbibîranîn.

 

Idrîs Hiso- BasNews