Share |

Barzanî yê dilêr…Helbest : Nizar Yosif

( ji bo bîranîna 34 saliya koçkirina Barzaniyê nemir )

 

Dilya barî ji wêneyê liser tavê

Rewşendar ê avahiya me

Ronî rijya ji Barzanî

Ji pencê te ferman rêz bûn

Çek parastî pencê çepê bi mêranî

Pişt spartî li geliyên kûr

Tîrin awirên ji gurika cengê

Dewlemendin  bi ramanî

Dîdara kurd cîhan vegirt

Şevtariyê şêrgehan de

Wan gavên te mor kolandin

Li her qad ê

Çendî pir in

Dîmenên şox a te pêve

Rengên ciwan î lê danîn.

 

Çiyan bejin di eniyê de hildan

Himber bindariya dîroka şêlo

Hîmên asê bi cih kirîn

Bingehên sûra îrone

Parêzvanê efsaneyan

Nav ê pîroz kesk û sor ser de berdayîn

Hîviyên wê bang a aza

Hêdî hêdî avahî va nivre dibe

Roniya zer xwe bi ava wan çavan şûşt

Ji kaniyên bihara te

Zêr herikîn rewa dêman   

Ser me û cîhanê de barîn.

 

Jiyana bê romet nevêt  

Bûye dildar ê gul ê

Giyanê wî liser destan ketî rê de

Diyarî kir ji bû wê

Leşkergeh qadên asê man

Bûne rizde

Bejna tirsê!

Avê dide deşt û çiyan

Piştevanê xaka mediya

Cîgir ê Qazî Mihemed

Gemîvanê derya dêm

Ew Berzanî yê dilêr  

Ji pêlên tund ber parastî

Kêrvan di şopînin rê

Li perava derya ramanên te qefiyan

Bi wan xweşî û astengiyan re dijîn

Ew bizav hertim divê.

 

Siha bejna merd xwe vegirt raserî me  

Bi hêza mergê te çandî

Stêran xwe ji çiyan berdan  

Ji kaniyên canê te hatin

Kolandin dîmen û dîdar

Nîşan û navlêdan me dît

Leşkerên tariyê reviyan

Liser singê wan peyakir 

Destanên kurdemêr î

Têlên tuxûban şikestin ji şanên we

Gerden azayî ji bendên asê

Bawermend î seydayê min

Tu sembol î bi rastî.

 

We çavgirtin

Mirov melûl ê dilşikestî

Gur ên şevê êrîşkirin

War ê tengkav

Xwîn vexwarin ciwan birin

Kîna reş xwe nevekêşand!

Helepçe

Enfal

Koçberî

Bi hezaran di axê de çandin

Goristanê gunehbar ên bê nîşan

Hawar kirin yezdan û çûn

Bê encam

Stêrên giyan

Rondik ji azmanan rijandin

Ser axa sar.

 

Encama dîndariya wan

Kavil ên wêran   

Peyman bi sêpiyan ve berdan

Zêr perestan xwe firotin

Rê  raxistin

Bikirên wan bi sere çûn 

Li davên xwe têl rêsandin

Mirov hiştin beniyên dîl  

Beraşê wan emhêrandin

Zuryetên wan jî cîgirin

Bê şansin soz.

                               

 

Şagirtî vane dilêrin

Conî û destarê mediya digerînin

Di meydanên şêrgehan de

Bêrometiyê dihêrn

Şotik û şalê te yê bedew

Bi tewizî wergirtine

Siwarên şareza di bezîn

Pîroz dikin

Verêja baweriyên te 

Pêş ve dibin

Nivre bikin 

Nuh şêrgehan di parêzin

Ji ejdehan û dêwên şev ê

Hostane sûr ê hildidin 

Burc ên asê

Bi xêzên zer

Kurdistan ê li ser dîrok ê di nivîsin.

 

10,11,07

Nizar-di@hotmail.de